Bandora Trump li Rojhilata Navîn
Duşem 27 Çile 2025 - 03:25
Rojnamevan Aykan Sever hatine Trump, îxtîmala bandora wî ya li ser cîhanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn axivî. Sever, diyar kir ku cara duyemîn hilbijartina Donald Trump tercîha esasî ya civaka DYA’yê nîşan nade û got:“Yek ji şertê namzetbûna serokatiya DYA’yê ew e ku ji demên berê ve di nava çîna serdest de be. Bi rêveberiya Trump re êdî sermayedar wê raste rast di rêveberiya DYA’yê de bên temsîlkirin. Mînaka vê ya herî şênber jî Elon Musk e.” Sever, anî ziman ku dewletên cîhanê ji bo rêgeha şerê sêyemîn ê cîhanê diyar bikin li gorî berjewendiyên xwe siyaseta xwe diguherînin û got:“Em dibînin ku bi Trump re Emerîka xwe êdî weke împaratorî pênase dike. Dibêjin, ‘divê hemû cîhanê em birêve bibin.’ Ev yek nîşaneya vê ye. Di mijara parvekirina çavkaniyên cîhanê de wê di demên pêş de Antartîka û Antartida bibin qadên parvekirinê. Dibe ku di rojên pêş de bi Rûsyayê re heta astekê lihev bikn. Lê wê şerê bi Çînê re piralî mezin bikin. Dibe ku şer, veguhêze Asyaya Dûr. Trump, piştî torena sondxwarinê got ‘Em ê mezintirîn operasyona dersînorkirinê bidin destpêkirin.’ Ev yek, bandora neofaşîzmê ya li ser penaberan e.”
Peymana Îbrahîmî tê nûkirin
Sever, polîtîkayên Trump ên Rojhilata Navîn nirxand û got:’’Dema mirov li axaftinên Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Rubio dinêre, dixwazin bi nûkirina porjeya IMEC û Peymana Îbrahîmî re çarçoveyekê ava bikin. Ew ê Mîrtiyên Ereb ên Yekbûyî, Erebistana Siûdî, Urdun, Îsraîl, Misir, Qibris û Yûnanistanê bi awayekî fiîlî bînin gel hev. Ango ji hêlekî ve hewl didin qada rewatiyê ya Îsraîlê berfireh bikin. Her wiha rêveberiya DYE’yê hewl dide Qibrisê veguherîne baregeha xwe ya leşkerî.” Sever, got ku hatina Trump wê bandorê li tifaqa QSD’ê jî bike lê wê guhertinên zêde mezin neke. Sever, da zanîn ku baweriya Marco Rubio ji HTŞ’ê nayê û got:“Got ku dixwazin bi HSD’ê re bixebitin. Nediyar e ka tifaqiya bi QSD’ê re wê sînorê ji têkoşîna li dijî DAIŞ’ê derbas bike an na. Trump, beriya sondxwarinê ji Erdogan re got; ‘Ji bo betalkirina peymanên heyî weke derfetê nebîne.’ Piştî wê jî Tirkiyeyê êrişên xwe yên bi F-16’an zêde kir. DYE’yê bertek nîşan neda, tenê temaşe kir. Polîtîkaya Kurdan pir hevgirtî bû. Bi rêya dîplomasiyê hewl dan berxwedana xwe xurtir bikin. Tirkiye jî hewl da Rojava bifetisîne. Bi awayekî balkêş dixwaze bibe şirîkê hêzên din ên Rojhilata Navîn.”
Çareserî konfederalîzma demokratîk e
Sever, anî ziman ku mimkin nîne şer û aloziya li Rojhilata Navîn bi polîtîkayên emperyal û mêtinger ên hêzên kûrewî bi dawî bibe û got:“Li şûna van polîtîkayan, dixwazim konfederalîzma demokratîk a birêz Abdullah Ocalan qal dike bikim. Sedsal berê bi Peymana Sykes-Picotê Rojhilata Navîn dîzayn kirin. Lê vê, pirsgirêk çareser nekir. Di bingeha şerên îro de ev heye. Paşeroja Rojhilata Navîn pêdivî bi rêveberiyên demokratîk heye. Çareserî ev e. Lewma jî di halê hazir de çareseriya herî baş, konfederalîzma demokratîk e.”
MA/ESRA SOLÎN DAL