Hevrê Emîne bû pêşeng û serkêş

În 19 Îlon 2025 - 17:00

  • Hevrê Emîne şopdara Denîz û Mahîran bû. Rizgariya gelê Tirk, di rizgariya gelê Kurd de dît û jê bawer kir.

Hevrê û fermandara hêja Emîne ji gelê Kurd û Tirk re bû şehîda xwişk û biratiya gelan. Jina çeleng Emîne her ji dil û can têkoşîn kir. Hewl da weke jineke fermandar têbikoşe, bibe layiqî keda Rêber Apo û şehîdên doza azadiyê. Şehadeta pêşeng û fermandar qehreman Emîne em xembar kirin û valatiya cihê xwe bi bandor bi me da hîskirin. Hevrê Emîne ji jinan re bû sembola jina azad. Weke çira, find û meşaleyekê rêya jinên şoreşger rohnî kir. Fermandara me Emîne zana û jîr bû. Hevrêyeke wiha bû ku qet li xwe nediheyirî, xwedî înîsiyatîf bû. Jixwe hinek caran mirov lê matmayî dima. Hema karûbarê xwe bi hev dixist û bi rê diket. Vê jî sedema xwe ji xisleta wê ya ji xwe bawerbûnê digirt.

Ev xisleta wê dihêla ku hevalên wê jî baweriyê bidinê û jê hez bikin. Hevrê Emîne, peywir û erkên xwe pir baş û mukemel pêk dianî. Timî serbilind û xwedî xirûreke xurt a şoreşgerî bû. Fermandar û serkêşa me Emîne gelekî fedakar û xwedî ked bû. Pir ji ciwanan hez dikir û pir qîmet dida wan. Digot, “Divê em wateyê bidin ciwanan. Ji ber pergalê pir bi serê wan lîstiye.” Her tim bi wan re mijûl dibû, ew perwerde dikirin. Hêvî dikir wê ciwanên şoreşê ji bîrdoziya Rêber Apo bandor bibin û li xwe vegerin. Hevrê Emîne jineke têkoşer, berxwedêr û xwedî lêgerîn bû.

Fermandara me Emîne di hêla fikir û raman de her di nav herikbariyekê de bû. Teyisîna herikbariya ramanên xwe berbelavî hawirdora lê bû jî dikir. Di rêbazên xwe yên jiyanê de pir xwezayî, bi kelecan bû, çêker û xwedî uslûbeke îqnaker bû. Di hêla hevaltiya xwe de pir dewlemend û xwedî hestên weke deryayan bû. Nexasim dema mirov bi hevala Emîne re demekê dima û ew ji nêz ve nas dikir, mirov qet nedixwest jê dûr be. Ji ber milê xwe yê manewî pir li pêş bû. Wexta beşdarî nav tevgera Apoyî dibe xwendina xwe qedandibû û temenê wê jî têrker bû ku siyasetê fêm bike. Mirov dikare bibêje ku hevala Emîne li ser çanda hevrê Hakî û Kemal beşdarî nav refên partiyê bû, baweriya wê bi yekîtiya gelan pir hebû.

Hevrê Emîne şopdara Denîz û Mahîran bû. Rizgariya gelê Tirk, di rizgariya gelê Kurd de dît û jê bawer kir. Hevala Emîne bi eslê xwe Tirk bû û me carinan jî jê re digot, “Tirko.” Pir ji hunerê hez dikir û hunermend bû jî. Filmekî xwe jî heye. Di filmê bi navê “Dema jin hez bike” de rola sereke ya wê ye. Her wiha şanoya bêdeng jî dilîst û di lîstika “Key Ferdî” de pir baş bûyer zindî dikirin. Dema mirov temaşe dikir, mirov xwe di nav wê bûyerê de didît. Hevrê Emîne pir baş dizanî şoreşgeriyê û hunerê bi hevdu re weke tevnekê bihûne û raxe ber çavan.

Hevrê Emîne weke fermandareke çiyayî, pir ji çiyayan hez dikir. Xwe di hembêza wan çiyayên bilind û asê de azad hîs dikir. Hevrê Emîne yek ji endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star bû. Weke jineke lêgera azadiyê têkoşîneke herî watedar a wê di dîroka gelan de bi sedê salan were behskirin pêş xist. Baweriya xwe bi yekîtî û pêkve jiyana gelan anî. Hevrê û fermandar Emîne xwedî hevaltiyeke pir germ û bi kelecan bû. Li her cihê lê bi uslûb, sekn, manewiyat û coşa  xwe yekser bal dikişand.  Di dilê her heval û hevrêyên xwe de cihê xwe yê herî nadîde, xweşik û bedew  çêkir. Her bi germahî, hevaltî, kelecan û tevlîbûna xwe ya nav jiyanê dihate naskirin. Reng dida jiyanê. Xwedî taybetmendiyên çêker bû.

Fermandar Emîne li cem Rêber Apo jî ma, perwerde dît û gelek tişt fêr bû. Dema beşdarî nav refên şoreşê bû jî qet xwe nû nedîtiye. Kelecan û coşa roja destpêkê ya tevlîbûna xwe heya roja şehadeta xwe jiya û domand. Hevrê Emîne her wê di nav fikir, jiyana û têkoşîna me de zindî be. Ez sozdariya xwe ya bi hevrê Emîne û tevahî şehîdan re didim nîşandan. Em soz didin hedef, armanc û xeyalê şehîdên xwe pêk bînin. Em ê şehîdên xwe di berxwedan û têkoşîna xwe ya îro ji tevahiya mirovatiyê re bûye îlham û hêvî de her tim bidin jiyîn. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN / LEYLA AMÛDÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.