Ji niha ve dest bi haziriya zivistanê dikin
În 19 Îlon 2025 - 16:20
- Bi hatina demsala zivistanê re, hem ji ber nedayîna mûçeyan, hem ji ber projeya ronakî ya elektrîka bibiha, welatî ji ber rewşa xirab ya madî neçarin ji niha ve ji bo zivistanê neftê bikirin.
Tevî ku em hîn di werza havînê de ne, lê welatî ji niha ve ketine xema werza zivistanê û dest bi kirîna neftê kirine. Li ruxmê ku Herêma Kurdistanê xwediyê çavkaniyên dewlemend yên binerde jî, lê welatiyên wê ji vê dewlemendiyê sûd wernegirtiye. Tevî ku niha dawiya werza havînê ye, bermîlek neftê bi 145 hezar dînare.
Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê di berpirsyartiya welatiyên xwe de gelek xemsar nêz dibe. Ji tirsa werza zivistanê welatiyan ji niha ve dest bi kirîna neftê kirine. Welatî dibêjin, “Her çend kû divê hikûmet petrolê ji welatiyan re dabîn bikira, mixabin vî erkê xwe bicih nayne lewra divê em di havînê de bi bihayekî erzantir neftê ji xwe re bikirin.”
Welatiyê ji Silêmaniyê Rûnak Welîd di vê derbarê de wiha got; “Ji ber ku hikûmet sotemeniyê li welatiyan belav nake, em neçarin ku havînê neftê bikirin. Ji ber ku bihayê wê ji zivistanê erzantire, di demekê de ku divê hikûmetê sotemenî ji welatiyan re peyda bikira, lê em ji xwe re bi neçarî dikirîn.”
Neçarin ku dîsa neftê bikarbînin
Her wisa welatiyê binavê Rêbaz Kemal jî derbarê rewşa xirab ya aborî ya Herêma Kurdistanê û kirîna neçarî ya neftê ji aliyê welatiyan ve wiha got; “Herêma Kurdistanê neft û mûçeyên welatiyan belav nake. Ji ber bê mûçeyiyê welatî bêpere ne û rewşa wan ya aborî nebaşe. Ji ber vê yekê ew neçarin ku di havînê de ji bo zivistanê neftê ji niha ve ji xwe re bikirin. Lê ji bo pêdiviyên rojane yên bingehîn jî pereyê welatiyan tune ye heta ku biçin neftê bikirin. Welatî ji ber projeya ronahîkirinê ya ku îsal ketiye meriyete, nikarin alavên elektrîkê ji bo germkirinê bikar bînin. Ji ber ku gelek elektrîkê dixwe û welatî nikarin pereyê vê elektrîka biha bidin. Lewma neçarin ku dîsa neftê bikar bînin.”
Welatî nikarin neftê bikirin
Firoşkarê neftê Beşdar Zirar jî li ser bihayê neftê wiha got; “Li gorî rastiya ku em di vê werzê de ne û hîn neketiye werza zivistanê, biha pir zêde zêde bûye. Ji ber vê yekê ji bo her bermîlê ku 220 lître ye, 145,000 dê li ser welatiyan bikeve. Agahiyên ku wê hikûmet neftê bide welatiyan jî tune ye. Ji ber vê yekê welatî ji niha ve petrolê dikirin. Ji ber ku di zivistanê de bihayê neftê girantir dibe. Bes mixabin di vê rewşa bê mûçeyiyê de welatî nikarin neftê jî bikirin.” Di dewamê de Beşdar Zirar got; “Ji aliyekî din ve, projeya 24 demjimêran bûye sedema ku bihayên petrolê hîn bêtir bilind bibin. Ji ber ku eger berê welatiyan sobeyên germkirinê bikar ianîn, niha ji ber bihayên bilind yên elektrîkê neçarin ku sobeyan bikar bînin. Ji ber vê yekê di vê demsalê de herî zêde neft tê firotin. Heta niha, tu aliyan bi ciddî hewl nedaye ku alîkariya welatiyan bike da ku neft bi bihayên ewqas bilind nekirin. Ji ber ku hikûmet alîkariya me nake, firoşkar dê neçar bimîne ku her bermîlekê 136,400 bikire û bi 145,000 dînar bifiroşe welatiyan.” ROJNEWS