Nameya Rêber Apo deng veda
În 19 Îlon 2025 - 15:40
- Nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji rûspî û şêxên eşîrên Sûriyeyê re şandibû bi berfirehî hat pêşwazîkirin û dengvedaneke erênî wergirt.
Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji 15ˊê Sibata 1999ˊan ve di girtîgeha Îmraliyê de ragirtiye, nameyek hezkirin û aştî ji rûspî û şêxên eşîrên li Sûriyeyê re şand. Ajansa ANHA’yê naveroka nameyê di 14ˊê Îlonê de weşand. Heta niha name gihîştiye zêdetirî 31 êl û eşîran. Eşîran name bi bangeke durist a ji bo aştiyê û avakirina Sûriyeyeke ewleh û aram bi nav kir.
Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe de xîtabî rûspî û şêxên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê kir û got: "Yekitiya we û piştgiriya wê ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyek mezin e. Û hûn bi rêya vê lihevkirinê bingehek dîrokî ya nû ya pêbawer ji bo têkilî û hevbendiyên di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin."
Rêber Apo bang li rûspî û şêxên eşîran kir û got: "Rêzdarên birûmet: Hûn dikarin di avakirina Sûriyeyeke demokratîk, ewle, yekgirtî û adilane de roleke dîrokî ya girîng bilîzin. Ji bo Ereb, Kurd, Suryan û Asûriyan û her kesê li ser vê xaka pîroz dijîn girîng e ji bo vê xwişk û biratiya dîrokî tev bigierin. Ew bi wê hêvî û baweriyê we hembêz dikim."
Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo radestkirina nameyê ji rûspî û eşîran re şandeyek ava kir. Şandeyê serdanên fermî ji eşîran re kirin. ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN