Rewşa tenduristiya Sumeye Reşîdî giran e

În 19 Îlon 2025 - 17:00

  • Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya kurd û aktivîsta Kampanyaya Mîlyonek Îmzeyan Sumeya Reşîdî ya li Îranê girtiye, girantir bûye.

Sumeye Reşîdî ya ku li Girtîgeha Veramîn Karçak a Tehranê tê ragirtin, ji ber rewşa wê ya tenduristiyê giran bû rakirin Nexweşxaneya Meftehê.

Sumeye Reşîdî di 24’ê Nîsanê de piştî hat binçavkirin, hat girtin. Malbata wê, diyar kirin ku rewşa wê ya tenduristiyê giran e û xetereyên cidî çêdike û ji ber vê xemgîniya xwe ya ji bo jiyana wê anîn ziman.

Sumeye Reşîdî di 26’ê Nîsanê de ji Navenda Binçavkirinê ya 15’ê Hezîranê ji bo beşa jinan a Girtîgeha Evînê hat şandin. Piştî êrîşa ku Îsraîlê di 23’yê Hezîranê de li ser Girtîgeha Evînê kir, wê şandin Girtîgeha Qerçekê.

Çavkaniyên nêzî wê, diyar kirin ku Sumeye Reşîdî di dema binçavkirinê de bi tundiyê rû bi rû maye û bi mehan e ji serêş û pirsgirêkên fîzîkî pirsgirêk dijî. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.