Axayekî bîrbir û muzexaneyek

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 20 Çile 2024 - 03:58

Mala Kerîm Axayê Hemewend wek nîv muzeyekê ye ku tê de bi sedan kel û pelên dîrokî û parçeyên dîrok û çanda gelê Kurd vedihewîne û niha jî ev xanî bûye navendek ji bo parastina vê dîrokê. Kerîm Axayê Hemewend yek ji kesayetên navdar ên Eşîra Hemewend ya herêma Germiyanê bû, dîwanxaneyek wî hebû û xwedî statûya civakî bû.

Piştî koça dawî ya Kerîm Axayê Hemewend mala wî veguherî muzexaneyê. Bi vî awayî rêz li keda Kerîm Axa tê girtin ku di dema buhirî de bi komkirina kel û pelên dîrokî û çandî ve mijûl dibû. Li aliyê din her wiha bûye cihê parastina gelek parçeyên dîrokî ku hinek ji wan dîroka wan qasî 100 hezar sal beriya niha ye.

Ruberê mala Kerîm Axa 350 metreye û ji du qatan pêk tê. Qatek vegerandine pirtûkxaneyekê û qata din de jî gelek parçe û kel û pelên dîrokî têde hatine bi cih kirin. Ev cih weke tekane mûzexaneya li bajarokê Çemçemal ya li sînorê parêzgeha Germiyanê tê zanîn. Weke qalkirina kurê wî Merîwan Axa, Kerîm Axa ji komkirin û parastina kel û pelên dîrokî pir hez dikir. Ev dem jî salên 1957’an bû ku lêkolînerek Brîtanî yê bi navê Mr. Robîn ji bo xebatên kolandinê hatiye gundê Çarmo yê navçeya Çemçemal.

Beas jî li hember nebû asteng

Vê hevesa xwe teşwîq dide heta salên 1991’an ku gelek kel û pelên dîrokî kom dike, beşek jî ji aliyê xizm û dostan ve ji bo wî tê dabînkirin. Lê dema meşa gelê Başûr ya ber bi Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ve rejîma Beas’ê bi çarçoveya zext û gefên ji bo tinekirina gelê Kurd, hemû kel û pelên dîrokî yên ku komkiribû tine kir. Tevî hilweşîna hinek xeyalan jî wî li ser hezkirina xwe ya ji bo dîrokê israr kir û carek din dest bi komkirina kel û pelên dîrokî kir. Ev heskirin û xebatên xwe heta çavê xwe li jiyanê girt û koça dawî kir ango heta sala 2015’an dewam kir. Kurê Kerîm Axa 17’ê Nîsana sala 2016’an biryar dide ku dîwanxaneyê vegerînin muzexaneyekê.

Di bin çavdêriya muzexaneya Silêmaniyê de ye

Li nava muzexaneyê gelek kel û pelên ji dîroka navçeyên Kurdistanê hene. Hinek ji wan dîroka wan digihije heta bi çaxa kevir ku yek ji wan bermayek ku jê re dibêjin ‘berdelek’ û dîroka wê digihije beriya 100 hezar salan beriya niha ku li gundekî li sînorê Çemçemal dîtine. Ji bilî van bi dehan cûrên tifing, birno û gelek tiştên din ên dîrokî hene. Ev muzexane niha di bin çavdêriya muzexaneya Silêmaniyê de ye, ji bo wê bûye çavkaniya dehan xwendevanan, ji bilî xelkê herêmê û rêxistinên biyanî jî serdana muzeyê dikin.

Parazvanê çand û kurdayetiyê ye

Dîroknas Pêşewa Reûf derbarê dewlemendiya muzexaneyê wiha dibêje: “Ew xwedî nirxek girîng ê dîrokî ye. Bi dehan tiştên dîrokî di nava xwe de dihewîne ku hin ji wan di dirêjahiya dîrokê de dadikevin û şaristaniyan derbas dike û digihîjin çaxa kevirê kevn. Her çend ev muzexane tenê ji bo komkirina kel û pelên dîrokî hatibe damezirandin jî, lê bi dabînkirina beşekî ji tiştên Hemewendî re bûye parêzvanê çand, resenî û Kurdayetiya herêmê. Dema dîwanxane bûjî, derî ji mêvanên  rêya dûr re vekirî bû.” Pêşewa Reûf her wiha qala qata pirtûkxaneyê jî kir û got: “Bi hezaran çavkaniyên giring ên zanistî û dîrokî tê de hene. Her wiha gelek semîner û civînên wêjeyî li vir hatine lidarxistin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.