Armanca wî tolhildana qirkirinê bû
Sêşem 11 Sibat 2025 - 03:05
HPG’ê gerîlayê şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got:“Em soza xwe nû dikin ku bibin şopdarê xeyala hevrê Fedakar a ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Êzidxana Azad’.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, bi vî rengî ye:“Di sala 2019’an de hevrêyê me Fedakar Şengalî di êrîşeke dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Em hevrêyê xwe Fedakar Şengalî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di şexsê wî de soza xwe ya serketinê ya ji hemû şehîdên azadiyê re, nû dikin. Xelkê me yê Êzidî tevî 74 fermanên di dîrokê de, pişta xwe dane çiyayê Şengalê û hebûna xwe parastine. Zarokê hêja yê xelkê me yê Êzidî hevrê Fedakar jî hemû êş û rastiya qirkirinê hîs kiriye. Yekane armanca wî tolhildana qirkirin û komkujiyên li hemberî gelê me hatine kirin e û derfetê ji bo xelkê me yê Êzidî biafirîne ku jiyaneke azad û biewle bijî. Hevrê Fedakar bi têkoşîn û şehadeta xwe di dilê hemû gelê me de cih girt. Xelkê me yê Êzidî ku xwedî milîtanên hêja yên mîna şehîd Fedakar e, bi pêşengiya şehîdên me yên pîroz parêzvantiya jiyana azad li her qadê pêş xist û gefa qirkirinê têk biriye. Em bawer dikin ku malbata hêja ya hevrêyê me Fedakar jî wê wateyeke mezin li vê şehadetê bar bike û têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêyê me Fedakar li Şengalê di nava malbateke ku nirx û taybetmendiyên herî esas ên Xelkê me yê Êzidî lê tên jiyîn de, hate dinê. Hevrêyê me Fedakar dizanî ku bi tevlîbûna nava refên PKK’ê, ji hemû ciwanên Êzidî re bûye mînak û di jiyanê de mîna navê xwe, bû xwedî sekneke fedakar. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya dilnizm, dirûst û samîmî şopên kûr di her hevrêyek xwe de hişt. Hevrêyê me Fedakar qasî têkoşîna xwe, wê bi şehadeta xwe jî her tim pêşengiyê ji me re bike. Em soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê xeyala hevrê Fedakar a ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Êzidxana Azad’.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Fedakar Şengalî, bi vî rengî ne:
Fedakar Şengalî (Faruk Şeref Qasim), li Şengalê jidayîk bûye, sala 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN