Hinek ji nîşanên hiyeroglîf ên par li “Tunela” li paytexta Hitîtan Hattuşa hatibûn kifşkirin, niha ji hev hatin derxistin. Ev hiyeroglîf li ser kevirên tunela bi destan çêkirî ya li Hattûşa ya nêzî Bogazkale ya Çorumê, par hatibûn dîtin. Dîroka paytexta Hitîtan heta bi 2000´î beriya mîladê diçe. Herçî dîroka van nîşanên hiyeroglifên di “Tunela Hattuşayê” de hatine dîtin, 3 hezar û 500 sal e.
Di tunelê de 249 nîşanên hiyeroglîfan hatine dîtin, lê bi giştî bi qasî ku hatiye tesbîtkirin, hejmara nîşanên nivîsa hiyeroglîf a Hitîtiyan 500 e. Niha li gorî ji hev hat derxistin, ev hiyeroglîfên di Tunelê de agahiyan li ser çêkerê tunelê didin. Di hiyerogllîfan de nav û nîşanên berpirsê avakirina tunelê hatine hildan. Ji Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Doçent Dr. Bulent Genç par ev hiyeroglîf kifş kiribûn. Hiyerogêîf li ser kevirên tunelê bi soringê, rengê sor ê ji koka giya hatine xêzkirin.
Li gorî ji hev hatiye derxistin, kesê ji çêkirina tunelê berpirsiyar “Arîşadû” ye. Wekî din navê “Çiyayê Tuthaliya” û “rê” jî di nava hiyeroglîfan de hatiye vedîtin. Lêkoler ji van hiyeroglîfên ji hev hatine derxistin, tê derdixin ku tunel weke “rêyeke ber bi [yan jî ji] Çiyayê Tuthaliya” hatiye çêkirin.
Ji metnên din ên Hitîtiyan jixwe dihat zanîn ku Çiyayê Tuthaliya çiyayekî pîroz e. Dibe ku tunel bi xwe tevî girê ku ber pê ve diçe, ev Çiyayê Tuthaliya be. Lewma ev girê li dawiya tunelê ji her devera derdorê tê dîtin û bi vî awayî jî dibe ku hingê devereke pîroz be.
NAVENDA NÛÇEYAN