Apocî, Şoreşger û Qehreman bû Bedran Gundikremo

Pêncşem 21 Nîsan 2022 - 22:33

  • Xoxê Tanit: Zarokên min ciwan bûn, lê nedikarin pê re bigihijin. Pirr kedkar bû, xwedî dsîplîna kar bû. Hevalê dihat gel wî, divê karek bikira. Her tim ji zarokên xwe re digot, ti carî ji partiyê dûr nekevin. Em deyndarê Bedranan in.

IDRÎS KARA /MEXMÛR

Hevsera Şehîd Bedran Gundikremo (Bedran Cûdî) Xoxê Tanit, wiha behsa kesayeta şehîd Bedran Gundikremo dike: “Bedran Apocî, şoreşger û qehreman bû. Zarokên Bedran, gelekî pê ve girêdayî bûn. Her cara min jê re digot, Bedran heger 100 kesên weke te, di nava vê partiyê de hebana, niha Kurdistan azad bûbû. Bedran digot hene, lê belave ne.

Bedran gelekî ji xwarina kutilk û eprexan hez dikir. Ji mêreha bi kelemî pirr hez dikir. Pirr ji dayîka xwe hez dikir, wî bi saetan bi dayika xwe re sohbet dikir.

Bedran hinekî bêhnteng bû, lê gelek bi rehm bû. Rojekê jî xwe bi zarokên xwe re aciz nekir û ji wan gelekî hez dikir. Dema dihat serdana malê, xelk hemû li dorê kom dibû, ji sohbeta wî hez dikirin. Gelekî ji çandiniyê hez dikir, her tim bi bîstanan re mijûl bû.” 

Çaya reş

Ew li ser eşqa şehîd Bedran a ji çayê dibêje, “Bedran pirr ji çaya reş hez dikir, her tim digot, Xoxê bila çaya min wisan reş be, bimîne bi devê min ve. Bi heybet xwarin dixwar. Pirr ji goştê sor hez dikir, penîr neba çênedibû. Ji xwarin çêkirinê gelekî hez dikir. Pirr paqij bû, min ti carî dilopek herî bi cilên wî ve nedît. Her roja siharê, diçû xwe li ava cemidî dida. Çi havîn û çi zivistan, weke hev bûn, ji ava cemidî hez dikir.

Zarokên min ciwan bûn, lê nedikarin pê re bigihijin. Pirr kedkar bû, xwedî dsîplîna kar bû. Hevalê dihat gel wî, divê karek bikira. Her tim ji zarokên xwe re digot, ti carî ji partiyê dûr nekevin. Em deyndarê Bedranan in.” 

Wî ji min zêdetir bir…

Ji bo xisletên wî yên mayî jî Xoxê Tanit dibêje, “Her tim ji min re digot, Xoxê zarokên me nîvî bi nîvî ne. Lê wî ji min zêdetir bir… Bi ti awayî ji qerebalixê hez nedikir. Herî zêde guh dida, stranên Şivan Perwer, Kawîs Axa û Mihemed Arifê Cizîrî. Min qet nedît li malê govend kirî, lê carekê min li wargehê di dema greva birçîbûnê de dît, govend gerand. Digotin, li çiya jî govendê digerand. Bedran ji bo ku biçe karekî, temenê xwe mezin dikir, dixwest her tim bi kesên navsere re kar bike û li gel wan dima.” 

Li ser xwe û hevalên xwe neda

Xoxê dibêje, Bedran Cûdî nêzî 2 salan di girtîgehê de ma, lê wî ti carî li ser xwe û hevalên xwe nedaye: “Dijmin dixwest çeka Bedran jê bigire, ji bo wê jî êşkence lêdikir. Lê Bedran cihê çeka xwe ji dijmin re negot, dijmin ji bo vê jî zexteke mezin li ser me dikir. Ji ber vê helwêsta Bedran, fermandarekî artêşa Tirkiyeyê ji dayika Bedran re dibêje, ‘bijît ji te re, xwezî te 2 kurên din ên weke Bedran hebûya. Me ewqas êşkence li Bedran kir, lê wî ne li ser xwe, ne jî hevalekî xwe da. Wî itiraf nekir.’”

Şîretên xwe ji malê kêm nekirin

Di dewamê de Xoxê dibêje, destê Bedran her tim li ser serê malbata wî bû, wî ew diparast û şîret li xelkê malê dikirin: “Heya dimirim, ez ê keda Bedran ji bîr nekim û rêzê lê bigirim. Ez ê rêzê li nêzîkbûna wî bigirim, em ne poşman in, me ewqas şehîd dan, em ê bidin jî. Bedran xeta rast nîşanî me da, heya niha jî em li pey doza wî ne û em ê li pey bin jî.

Îro bi hezaran gerîla li ser rêya Bedran û Egîdan li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Em berxwedana wan silav dikin, ji ber ku ew şopdarên Egîd û Bedranan in, em ê teqez bi ser bikevin. Dijmin wê têk biçe, em bi hêvî û bawerî ne.”

Bejn û bala Egîd 

Xoxê Tanit qala naskirina destpêkê ya gerîlayên tevgera azadiyê û dîtina fermandarê nemir Mahsum Korkmaz (Egîd) dike. Xoxê dibêje, cara yekê, wê li Gundikremo gerîla dîtine: “Me li Gundikremo gerîla dît, tê bîra min, şevekê Bedran û hinek kes hatin malê. Bedran jî wan deman her tim li serê çiyan bû, ne dixwest were malê. Çifteyeke wî hebû, siharê diçû êvarî dihat.

Şevekê jî gerîlayek hat mala me û ji min av xwest. Heval çi heval bû, xortek çeleng û delal bû. Min wê demê ji xwe re got, ma ên wiha jêhatî jî tevlî gerîla dibin. Piştre winda bû, piştî wê ji min re gotin, ew Egîd bû. Min ji wan re got, hey mal xirabno, çima we ji min re ne digot, ev Egîd e, minê taze lê temaşe kiriba. Piştî wê jî min careke din heval Egîd dît û xwarin da wî û hevalên wî.”

Jînenîgariya şehîd Bedran

Seîd Tanit ku bi eslê xwe ji Gundikê Remo yê Şirnexê ye, bi navê ku tê naskirin Bedran Cûdî, 9’ê Sibata 1949’an tê dinê. Weke gelek gundên welatparêz ê Botanê, piştî li gerîlayên PKK’ê li herêmê bi cih dibin, gundiyên Gundikê Remo jî ji gerîla re hembêza xwe vedikin.

Bedran Cûdî jî di serê wan gundiyan de ye. Sala 1983’yan gerîla nas dike, alîkariyê dide. Milîstiyê ji fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) re dike. Piştî çalakiya Dihê ya 15’ê Tebaxa 1984’an tê girtin. Tanit ji ber vê 2 salan li girtîgeha Amedê tê ragirtin. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve, Tanit xebatên xwe yên milîstî û siyasî didomîne, 1988’an diçe Akademiya Mahsûm Korkmaz û li wir li ber destê Rêber Abdullah Ocalan perwerde dibe. Ji vê û şûn ve êdî ew dibe gerîlayê çiyayên Kurdistanê.

Bi dorê li herêmên Cûdî, Êlkê, Gabar, Garisa, Besta, Çiyayê Spî, Heftenîn, Qendîl û Behdînanê li gelek deveran gerîlatiyê dike. Cûdî di nav ARGK’ê de li eyaletan di asta jor de fermandariyê dike. Cara pêşî 1989’an li Êlkê, li gelek deveran bi tevahî 6 caran birîndar dibe lê dîsa jî bê navbera têkoşîna xwe didomîne.

Kurê wî Hemza 1999’an li Cûdî û keça wî Aryen jî 1996’an li Zagrosan şehîd bûn. Kurê wî yê din Mehmet Tanit jî 22’yê Nîsana 2017’an li nêzî Amediyê, di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da. Keçeke din a şehîd Bedran hê jî di nav refên HPG’ê de ye.

Bedran Cûdî 22’yê Nîsana 2017’an di êrişeke hewayî de bi 4 hevalên xwe re şehîd bû. Têkoşîna ku 1983’an dest pê kirî, ji nifşê nû re mîrate hişt. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.