Misogerkirina qanûnî divê
Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:15
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên li Wanê bi lêv kirin ku ji bo ku pêvajo baştir pêş bikeve, misogerkirina qanûnû divê û gotin divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin baştirkirin û pêvajo bi hemû beşên civakê re were meşandin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin bi pêşketinên nû berdewam dike. Bang li dewletê tê kirin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bîne da ku ev pêvajoya ku li çaraliyê cîhanê ji nêz ve tê şopandin, veguhere aştiyê. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê pêvajoyê nirxandin û ji dewletê xwestin ku gav biavêje.
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Umit Dede diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê karê komîsyonê bileztir bibe. Dede tekezî li ser pêwîstiya bi tevdîrên qanûnî kir da ku pêvajo daîmî be û bal kişand ser pêvajoyên çareseriyê yên berê. Dede îşaret bi girîngiya çareserkirina kêmasiyên Qanûna Hejmar 6551 ku di navbera 2013 û 2015'an de hatiye derxistin û misogerkirina ku prosedur û rêgezên çalakiyên komîsyonê di çarçoveyeke qanûnî de tên destnîşankirin û misogerkirina ku sererastkirinên di nav metna qanûnî de û şert û mercên xebata azad ji bo aliyan peyda dikin da ku pêvajoyê bi rêkûpêk bi rê ve bibin, kir.
Sererastkirinên qanûnî divê
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salîh Coşkûn bal kişand ser pêşketinên girîng ên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk û diyar kir ku bidawîanîna şerê 50 salî ji bo her kesî girîng e. Coşkûn destnîşan kir ku gava yekem a vê pêvajoyê divê serbestberdana girtiyên nexweş û siyasî be û ji bo vê yekê divê sererastkirinên qanûnî werin çêkirin.
Divê şertên Ocalan baş be
Endamê Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Huseyîn Yavîç jî diyar kir ku ji damezrandina Komarê ve hebûn û mafên herî bingehîn ên kurdan hatine paşguhkirin û diyar kir ku ev yek bûye sedema pevçûneke nêzîkî 50 salî.
Yavîç got ku ji bo ku pêvajo baştir pêş bikeve, divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin baştirkirin û pêvajo bi hemû beşên civakê re were meşandin.
MA/WAN