Alternatîfeke paqij lazim e

Seevan SAEED nivîsand —

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 05:05

Rewşa Kurdan li Başurê Kurdistanê her xerabtir dibe. Ne di warê civakî û ne jî di warê siyasî de, kes nikare bibêje, ev gel li ser riya rast dimeşe. Tişta ku bi sedan salan e, dijmin (weke nimûne, dewleta Beesî) nikarî bi vî gelê bike, niha desthilata Kurdî bi gel kir, ew zêde jî xerab kir. 

Gelê me rexmî zext û zora rejîmên Iraqê, tevî esîrkirina tevahiya civakê, dîsa jî ruhê berxwedanê di nava xwe de parast. Dewletê nekarîbû vî ruhê berxwedanê û parastina kurdbûn û ruhê azadiyê di nav dilê gel de bikuje. Ez dikarim bibêjim, rewşa roja îro ya Rojhilatê Kurdistanê dişibe rewşa 30 sal berê ya Başûrê Kurdistanê. Niha li Rojhilat tevî bi hezaran zilm, zor û astengiyan, em dibînin ku gel bi temamî şiyar bûye, çalakiyên civakî û siyasî yên gel li Rojhilat li asta herî jor in. Ruhê berxwedanê û xwerewşenbîrkirin li cem gel pirr zêde ye. Li Başûr jî wisa bû. Lê niha û piştî çend salên hukm û desthilatdariya Kurdayetiya sexte, em dikarin bibêjin, ruhê berxwedan û azadiyê li halê sekeratan de ye. 

Belkî em bikarin bibêjin, sedema esasî ya hêrsa gel, rayedarên siyasî ne yên ku bi awayekî çetewarî nêzî desthilat, serwet û samanê welat bûn. Bi awayekî tirsonek û stûxwarî li hember dijminê me de bûne xizmetkar. Ax û av û serweta Kurdistanê bi talanê birine û bi dijminên gel re bûne heval. Ev yek rastiyek e ku em baş dikarin bibînin. Lê nabe ku ev yek tenê sedem bê. Belkî naçar in bibêjin ku nexweşî di nav gel de bixwe heye ku bûye sedem ku ev cureyê desthilata çeteger bibin serdest û bi vî awayî gel perîşan bikin. 

Dibe ku gel bi xwe ji di rewşeke cehl û nezanî de be û wan ev çete afirandibin. Piştî her tiştî, em lazim e bibêjin, ev rayedar di nav vî gelî de çêbûne. Ji ezmanan, ji welatekî din nehatine. Bila rexne ya me li gel bi xwe be. 

Niha roj bi roj, em neheqî û bê bextiya dewletên dagirker û alîkarên wan dibînin li Başûr. Her roj zilma wan zêde dibe. Lê rewş hatiye halekî ku ji bo gel normal bûye. Ji bo gel tiştên sivik û vala bûne tiştên giring. Mijarên piçûk û bênirx weke xelkên cahil û qirêj li ser navê huner û kesayetiyên oldar bûne tiştên herî berbiçav. Lê, mijarên giring weke azadî û xwediderketina li mafên esasî ya xelkê, bûne tiştên kêm û bênirx. Rast e, ev sîstem gel perîşan kiriye. Lê ev gel li hemberî sîstemê tam teslîm bûye û li ber xwe nade. Ya rastî, gel ji desthilat û ji muxalefetê ji bêhêvî bûye. Yanî gel bê Rêber û bê program maye. 

Heta rewşa me wisa be, rayadarên çeteger bi qedera me, jiyan û siberoja me û walatê me wê bileyizin. Kurt û Kurmancî, ez dikarim bibêjim, alternatîfek paqij û rast û cuda li Başûrê Kurdistanê lazim e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.