Albuma ‘Wa Şehîd’ a Hozan Aydin

Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:03

  • Hozan Aydin albuma xwe ya nû derxist. Ev albuma bi navê Wa Şehîd di rêza berhemên wî yên bi navê "Stran jiyan e" de ya çaran e. Di albumê de 7 stran hene. 

MUHAMMED KAYA  / BERLÎN

Hozan Aydin albuma xwe ya nû derxist. Ev albuma bi navê Wa Şehîd di rêza berhemên wî yên bi navê "Stran jiyan e" de ya çaran e. Di albumê de 7 stran hene. 

Strana Wa Şehîd a ku navê xwe li albumê kiriye bi zêmara dayikan, "Na na, welle ew şehîd e" dest pê dike. Ew dibêje, her strana di albumê de ji jiyana wî daweriviye nava vê albumê. Ew albumê diyarî şehîdan û malbatên şehîdan dike. 

Min bêriya te kir Dayê

Strana “Min bêriya te kir Dayê” bi hesreta xwe nivîsandiye: "Min dayika xwe herî dawî 2004´an dît. Piştre min nekarî wê bibînim. Ji ber ku min bêriya diya xwe kir, min ev stran çêkir. Dayika min 10´ê Cotmehê wefat kir. Rehme li miriyê me teva be. Beriya dayika min wefat bike bi hefteyekê min stran ji birê xwe re şand û xwest pê bidin guhdarîkirin. Dayika min nexweş bû, gava birayê min stran pê daye guhdarîkirin, giriyaye. Hemd ji xwedê re dayika min çend caran guh da vê stranê".

Hozan Aydin li ser gundê xwe “Xindiqa” jî stranek çêkiriye. Hozan Aydin şehîdên gundê xwe jî bi stranê bi bîr tîne:

“Xindiqa gundê min e. Biçim ku derê jî Xindiqa di dilê min de ye. Ji ber wê min ‘Xindiqa’ bi terzekî gelêrî çêkir.”

Straneke li ser sirgûnê

Ji bo strana “Nabe” Hozan Aydin dibêje, ew straneke sirgûnê ye: “Strana Nabe ji encama bêrîkirina hevjîna min e. Sala 2012´an ew û zarok demekê çûbûn welêt û kes nemabû, hemû bi hev re çûbûn. Zêde man. Ez jî li van kolanan bi tenê, bi serê xwe mam. Min got wisa nabe. Diçime malê xalî, dikevim odê xalî. Min got wisa nabe û wele bû stran.  

Meke Bira

Strana “Meke Bira” çêl li yekîtî û biratiya nava civaka Kurd de dike. Hozan Aydin li ser stranê dibêje, "Heger em nebin yek, nebin tifaq, em nikarin li hemberê neyar û dijminên xwe bisekinin. Kurdistan bi hezar salan e ji ber nebûna tifaqa me, ji ber yeknebûna me dizare. Hetanî vê kêliyê jî ev rewş heye.”
 
Newroz Bûka Adarê

Di albumê de “Newroz Bûka Adarê” ye jî heye. Hozan Aydin ev stran sala 2015´an ji bo albuma Sîpan Xelat amade kiriye û xwestiye di albuma xwe de jî bibêje. Ew dibêje, "Newroz ji bo civaka me ceng e, serhildana ne, berxwedan e. Û herî zêde li me tê li miletê me tê. Ji ber ku têkoşîneke bêhempa di nava civaka me de bi PKK´ê derket holê. Ceng emrekî xwedayî ye, li hemberî zilmê rabe, li berxwe bide."

Ev album di rêza 4´an a rêza “Stran Jiyan e” ye. Berhema sisiyan sala 2017’an derketibû. Hunermend bi vê albuma dawî berhema xwe ya şexsî ya 5´an derxist holê.

Teknîk nabe Xindeqayê

Hozan Aydin ji kêm hunermendan e ku klîpa wan nîne, ew vê yekê wiha rave dike: "Ji bo min her klîp filmeke sînemayê ye. Divê bi dîmen, mekan û cihê xwe re li hev bike. Ji bo vê albumê ez klîpan li Ewrûpa çêkim, wê li Wa Şehîd neyê. Başûr jî li min qedexekirî ye. Min jî got, heta ku neçim Kurdistanê, ser wê axê, ez ê klîpekê çênekim. Ev erdên xerîbiyê li stranên min nayên. Ez naxwazim pîne jî bikim. Divê gava min klîp çêkir ez karibim ruhê wir hîs bikim. Teknîk jî nikare min bibe Xindeqayê." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.