Ala serketinê gihande lûtkeyê

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:34

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de şehîd bû, ev tişt diyar kirin:“Di daxuyaniya ku me 18’ê Sibatê de; me ji gelê xwe yê welatparêz û rayagiştî re ragihandibû ku hevrêyê me Şervan Varto di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de şehîd bû. Ewladê hêja yê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hevrê Şervan weke ciwanekî Kurd ê ku dilê wî ji bo azadiyê lêdide, tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûn, fedekarî, hevrêtiya xwe ya samîmî û meşa xwe ya li ser xeta fedayîtiyê bû mîlîtanekî Apoyî yê hêja. Li Zê ku cihê dawî yê wezîfeya wî bû, hevrêyê me Şervan bi ruhê fedayî yê Apoyî tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bû. Şêwazê fetih û cesareta xwe ya bilind di kesayeta xwe de kir yek û bi profesyonelî bi ser dijmin de çû. Hevrêyê me Şervan di vê operasyona şoreşgerî de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Nîşanî dost û dijmin da ku ti artêşeke dagirker nikare xwe li ber hêza gerîla ya profesyonel a xwedî ruhê fedayî yê Apoyî, bigire. Navê xwe di dîroka têkoşîna me de da nivîsandin. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Şervan, em ji hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê yê welatparêz û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Şervan yek ji ewladên egîd ê Rojhilatê Kurdistanê ye, li bajarê Ciwanro jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Wezîfe û berpirsyariyên xwe bê kêmahî bi cih anî. Hevrêyê me heta ku xebateke ku têde cih girtî bi serketî bi dawî neke, nedisekinî. Bi cidiyeta xwe ya di xebatê de taybetmendiyên mîlîtaniyê yên Apoyî di kesayeta xwe de şênber kir. Hevrêyê me çiqasî bi serketî jî be, ti carî xwe bes nedît û timî di nava lêgerînê de bû ku têkoşîna xwe mezin bike.

Hevrêyê me ji bo vê yekê xwe zêdetir perwerde kir û yekbûna xwe ya bi felsefeya Rêber Apo re û rastiya jiyana azad a ku ji aliyê şehîdên me ve hatiye afirandin, pêk anî. Hevrêyê me Şervan ala serkeftinê ya ku hevrê Rojhat û Erdalan bilind kirin, ji hevrê Doga, Helmet û Serxwebûnan dewr girt û ala serkeftinê gihand lûtkeyeke nû. Em weke hevrêyên wî soz didin ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Şervan dewrî me kiriye, di şexsê wî de û bi hişmendiya layiqbûna hemû şehîdên me, bigihînin serkeftinê.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Şervan Varto bi vî rengî ne:

Şervan Varto (Adil Elî Mûradî), li Ciwanro jidayîk bûye, 17’ê Sibata 2024’an li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.