49 sal in ava wan nîne

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 2 Sibat 2024 - 03:35

Xelkê Til El Banat ji ber nebûna projeyên avê, 49 sal in tengasiya avê dijîn. Bi tankeran avê dibin ji wan re û ew jî ji neçarî avê dikirrin.

Li gorî agahiyên KerkûkNow tankerên avê, ji bo xelkê Til El Banat a navçeya Şengalê ya girêdayî walîtiya Nînovayê ye, yekane çavkaniya ava vexwarinê ye ku ji bo çêkirina xwarinê û pêdiviyên din tê bikaranîn. 

Hediye Mûrad a 38 salî ku ji KerkûkNowê re axivî û got:’’Her 3-4 rojan, ji bo ava paqij em werbigrin, 10 hezar dînarî didin.’’ Herwiha destnîşan kir ku ev pere ji bo gelek malbatan pirr zêde ye. Malbata Hediye 8 kes in û 10 hezar dînar encex têra 2 û 500 lître avê dike ku ew bikaribin bikar bînin. 

Hediyeyê destnîşan kir ku hin kesên herêmê ji bo xwe bîrên avê lêdane, lê ji ber ava bîran bi xwê û tehle, ji bo bikaranîna malan, ne guncav e. 

Li Til Banat nêzî hezar malbatî jiyan dike. Beriya êrişên DAIŞ’ê 4 hezar malbat ango 22 hezar kes lê jiyan dikirin. Lê piştî êrişan gelek kes venegeriyan cih û warên xwe. 

Midurê Daîreya Avê ya Qeyrewan Hebîb Salih derbarê mijarê de got:’’Projeyeke me ya mezin a 14 bîran heye ku bikare ji bo Til Banat û derdora wê ava paqij dabîn bike.’’

Proje hê jî neketiye meriyetê ku ji aliyê UNDP ango bernameya geşedanê ya Neteweyên Yekbûyî tê fînanse kirin. Bi cîhanîna projeya Til Banat, wê bi armanca pêkanîna ava vexwarinê ya li herêmên Koço û Qanî, di çar qonaxan de pêk were.

Hediya Mûrad got:’’Em hem havînê hem jî zivistanê, avê kêm dibînin. Ev pirsgirêk ji berê de heye. Tu aliyekî jî, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, ti hewldan nekirin.’’

Til Banat girêdayî navçeya Qeyrewan e, ji aliyê dîarî ve 30 km’yan dûrî navçeya Şengalê ye. Di sala 1975’an de hate ava kirin. Ji Êzîdiyên ku wê demê ji aliyê rejîma Beas ve ji çiyayê Şengalê bi darê zorê hatine koçber kirin, pêk tê. 

KERKÛKNOW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.