34 milyar roj di navê de ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 10 Tebax 2021 - 06:19

Zanyaran yek ji mezintirîn kunên reş ên di gerdûnê de dîtin. Hecmê wê ne hezar caran û ne jî milyonan caran ji ya roja me mezintir e. Hecmê wê tam 34 milyar caran ji roja me zêdetir e. Ew her roj jî mezintir dibe: her roj hecmekî bi qasî roja me dadiqurtîne.

Zanîngeha Neteweyî ya Awusturalyayê (ANU) ev lêkolîn kiriye. Ev kuna reş wekî din di gerdûna bi me xuya de ew tişt e ku herî bi lez mezin dibe. Ev kuna reş bi navê ‘J2157’ hatiye qeydkirin û heman tîma ku ev lêkolîn kiriye, ew sala 2018´an kişf kiribû. Di bultena mehane ya Royal Astronomical Society de encamên lêkolînê hatin weşandin.

Li gorî Dr. Christopher Onken û hevpîşeyên wî, ‘J2157’ 34 milyar caran bi hecmê xwe ji roja me mezintir e. Ew her roj hecmekî bi qasî roja me mezin ê madeyê jî dadiqurtîne. Yanî her roj mezin dibe. Bi vî rengê xwe, ev kuna reş bi hecmê xwe 8 hezar caran mezintir e ji kuna reş a bi navê Sagittarius A, kuna reş a li navenda galaksiya me Kadizê.

'J2157’ qederê 12.5 milyar salên rohniyê dûrî me ye û enerjiya ku ew bi tena serê xwe belav dike, ji ya temamê galaksiya me zêdetir e.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.