20 sal in cotkariyê dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 6 Sibat 2024 - 03:25

BESNÊ ŞEMO / ANHA / QAMIŞLO

Firyal Cembelî ji gundê Dêro Kevnik ê herêma Aliyan a bakurê kantona Cizîrê ye. Firyal dayika 4 zarokan e. Firyal tev hevjînê xwe axê ji bo çandinê amade dikin, giya ji nav paqij dikin û wê cot dikin. Ew pirî caran bi rêbazên xwezayî çandiniyê dike. Weke ku tovên berhemên sala bihurî hişk dike da ku di salên din de bi kar bîne û biçîne. Firyal beşekê ji berhemê ji bo mala xwe radike, beşa mayî jî yan li mala xwe yan jî li sûka Dêrikê difiroşe xelkê. Firyal destnîşan kir ku pêwîstiya berhemên çandiniyê bi taybetî sebzeyan bi girîngîdayîn û çavdêriyê heye û wiha got:"Pêwîst e di dema guncav de bên avdan û semad jî bên bikaranîn." Firyal diyar kir ku sebzeyên malan hemwextî vê rewşa bihabûnê gelekî girîng in. Di dawiya axaftina xwe de Firyal bang li jinan kir ku girîngiyê bidin çandiniyê, ji ber ku herî zêde jin ji çandiniyê sûdê werdigirin û herî zêde bi axê û xwezayê ve girêdayî ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.