2 gerîla bi qezayê şehîd bûn

Sêşem 2 Gulan 2023 - 15:28

HPG'ê 2 gerîlayên jin ên bi qezayê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anîn û got; "Em careke din soz didin ku li ser xeta Apoyî doza azadiyê ya gelê me bi serketinê tacîdar bikin û hêjayî şehîdên xwe bibin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 2 gerîlayên jin ên şehîd bûn, daxuyaniyek da û got, "Di 19'ê Tebaxa 2020’an de li qada Şehîdan a Geverê di encama qezayekê de bombe bi hevrêyên me Sozda û Ciwana de teqiya û her du şehîd bûn. Hevrêyên me Sozda û Ciwana di têkoşîna me ya azadiyê de bi tevlîbûna xwe ya kedkar û fedakar bi erk û wezîfeyên serdemê rabûn. Şehadeta hevrêyên me Sozda û Ciwana ya ji ber kêmasiyekê, em gelekî êşandin. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêya me Sozda li navçeya Wanê Elbakê ji dayik bû. Zextên giran û siyaseta qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me, bû sedem ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî nava kar bû, her roj gerîlatî hîn bêhtir pejirand û hewl da bibe gerîlayeke şareza. Weke gerîlayeke YJA Starê hewl da erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Hevrêya me Ciwana li Gever a Colemêrgê hatiye dinê. Hevrêya me ya ku tevlî nava refên gerîla bû, bi kesayeta xwe ya karker û dilnizm têkoşînek bi bandor meşandiye û bûye yek ji hevrêyên me yên ku di demek kurt de dertiye pêş. Weke gerîlayek ciwan a YJA Starê ji xwe re esas girtiye ku pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike. Bûye xwedî tevlîbûnek diyar û kiriye armanc ku tempoya xwe bilind bike. Hevrêya me Ciwana, ji bo ku gelê me bibe xwedî pêşerojek azad bi fedakarî xebitî ye.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Sozda Botan (Fûnda Koç), li Wanê ji dayik bûye, 19’ê Tebaxa 2020’an li Geverê şehîd bû.
Ciwana Oremar (Fatma Çorûh), li Colemêrgê ji dayik bûye, 19’ê Tebaxa 2020’an li Geverê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.