12 zarok li dayikên xwe vegeriyan

Yekşem 7 Adar 2021 - 16:35

  • Rêveberiya Bakur û Rohilatê Sûrî, li ser daxwaza dayikan, 12 zarokên jinên Êzîdî ên berê êsîrê DAIŞ´ê bûn, dan dayikên wan ên li Başûrê Kurdistanê.

Rêveberiya Bakur û Rohilatê Sûrî, li ser daxwaza dayikan, 12 zarokên jinên Êzîdî ên berê êsîrê DAIŞ´ê bûn, dan dayikên wan ên li Başûrê Kurdistanê.

Pirraniya jinên ku ji destê DAIŞ´ê hatin xilaskirin ên Êzîdî piştî pêvajoyeke nisbeten kurt a li Mala Êzîdiyan a Rojava, teslçîma malbatên wan li Başûrê kurdistanê yan jî li Şenaglêî hatin kirin. Wan zarokên xwe yên beriya fermanê ji wan re çêbûyî ji bi xwe re birin. Gelekên ku piştî fermanê zarok ji wan re çêbûn, nekarîn yan jî nexwestin zarokên xwe bi xwe re bibin.

Ji Rêveberiya Xweser Zeyneb Sarûxan da zanîn ku li ser daxwaza van dayikan, wan 12 zarok dîsa gihandine dayikên wan. Wê got, zarok 2 ta 5 salî bûne. 
Zeyneb Saroukhan got, ev cara yekê ye ku wan zarok di pêvajoyeke wisa de teslîmîî dayikên wan kirine.

Civaka Êzîdî dayikên êsîrkirî û paşê rizgarkirî qebûl kiribûn, lê zarokên di dema êsîriyê de hatine dinê qebûl nekiribû. Ji ber vê jî gelek dayik neçar mabûn zarokên xwe li pey xwe bihêlin. Rêveberiya Xweser li van zarokan miqate dibû.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.