11 hezar ton tov belav kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 01:15

Çandinî ji bo welat û civakan jêdera aborî û debarê ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yek ji parçeyeke sereke ya xaka Sûriyeyê ye ku bi çandiniya xwe navdar e û şêniyên wê debara xwe bi çandiniyê dikin. Ji ber wê jî Desteya Çandiniyê girîngiyeke pir mezin dide zeviyên çandiniyê. Di salên dawî de di encama şerê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser heremê tê meşandin û ambargoya li ser herêmê  şert û mercên jiyanê hatine guhertin. Her wiha ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi taybetî jî êrîşên di sala 2023’yan de, binesaziya herêmê ji hemû aliyan ve bandor kir. Ev yek bûn sedem  ku mazot û ava zeviyên çandiniyê kêm bibe. Têkildarî rawşa çandiniyê û amadekariyên pêşwazîkirina berhemên çandiniyê, Endamê Beşa Şînkahî ya Kantona Cizîrê Mesûd Mihemed, axivî.

Mesûd anî ziman ku cotkar dest bi çandiniyê dikin û da zanîn ku ew weke  Desteya Çandinî û Avdaniyê gelekî alîkariya  cotkaran dikin û got:’’Me weke Desteya Çandinî û Avdaniyê xwest nirxê firotina tovî li cotkaran daxînin û bi nirxekî guncav bidin. Heya niha jî me 11 hezar ton tov li cotkarên Kantona Cizîrê belav kiriye. Ev tovên ku hatine belavkirin ji cûreyên herî baş in. Rêxistinkirina me ya çandiniyê wê heya destpêka sala 2025’an bi dawî bibe.”

Êriş zirarê didin çandiniyê

Mesûd Mihemed bal bire ser rêjeyên berhemên îsal tên çandin û got:’’Rêjeya her berhemekê   hatiye destnîşankirin. Li Kantona Cizîrê rêjeya genim ji weke ji sedî 60 e, pembo ji sedî 15 e, baqil ji sedî 15 e û  rêjeya sebzeyên zivistanê û havînê jî ji sedî 10 e. Belavkirina mazota çandiniyê jî wê li gor pêwîstiya zeviyên çandiniyê di meha 11’an de pêk were.” 

Mesûd Mihemed bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û da zanîn ku êrîş li pêşiya çandiniyê asteng in û got:“Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bi taybet jî hedefgirtina binesaziya herêmê gelek astengî di milê çandiniyê de derketin hole. Em di peydakirina mazot û avê de gelek zehmetiyan dikişînin. Zeviyên salên borî ji van salên dawî baştir bûn. Ji ber mazot bi rêjeyeke baş li cotkaran dihat belavkirin. Lê belê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kêmanî ket çandiniyê û rewşa çandiniyê weke salên borî baş nîne. Lê hêviya me ew e ku hemû gel û cotkar wê vê rewşê derbas bikin û çandiniya xwe li gor pêwîstiyên xwe bikin.’’

ANF/BÎSAN RESÛL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.