10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed! (232)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 3 Tebax 2024 - 00:15

Bizûtnewey Kurd le Turkiya (3)

Qazî: lew karey cenabit da berêzit bawerît be weye ke ewe nasyonalîzme ke netewe durust deka nek be pêçewane ya çonî debînî lew çuwarçêweye da?

Sîvan Se'îd: bew şêwe modêrney ke degutrêt xoy neyşin nîye, û nasyonalîzmêk heye, komelêk îndîvîcuwal û êlîtî nasyonalîst dên nasyonalîzmêk durust eken û be hoy ewe neyişnêk durust deken. Wîstim ewet 'eriz bikem ke hemîşe Kurd wîstûyetî dujminekanî çiyan kirdûwe ewanîş ewe biken. Pirosey durust bûnî neyşinî Turkî ke zor zor întrêstînge ke çon neyişnî Turkî durust bûwe, nasyonalîzmî Turk çon neyişinî Turkî durust kirdûwe eme wîstirawe ke le beşe Kurdistanîyekeş da kurdistanîş bew şêweye durust bibêt. Meselen tîorîyek hatûwe ke Kurd zor zor muhîmin, zor qaremanin, zor le duwawen, nazanim çî komelêk nasyonalîst, belam em tûl û kerestaney ke eman pêyan bûwe be qewet nebûwe wekû nasyonalîstî Turkî ke le maweyekî kem da û be qurbanîyekî kem nasyonalîzmî Turk tuwanîwyetî neyşinêkî Turkî durust bika, egerçî feykîş bê ewe duwayî qisey zorî le sere belam lanî kem êsta le ser erzî waq' û wekû wey ke steyt ke babî neyşine ewanîş steytêkyan heye ke babî ew neyşineye boyan êsta mehmakan lenaweweş neyşinî Turkî neyşinêk bê ke hezarha me'zeley hebê, hezarha daylemay hebê belam êsta ême le sehney nêwneteweyî da neyşinî Turkî be neyşinêk dezanîn be hebûnî sovereignty ewe be pêy eproçî tîorî modern. 

Qazî: Belam eger le ruwangey modêrnewe boy biçîn ke le pêşda hereketêk durust debê, ew herekete mumkîne dewletêk durust ka, ew dewlete debête amrazêk neteweyek pêk bênê û duwaye pêkhatinî em neteweye be pêy ew tîorîye be pêwîstî ewe nîye ke yek êtnîk bê. Dekrê le êtnîkî cor be cor neteweyek durust bikrê. Wa bizanim berêzit legel ew boçûne hey her çonêk bê ew dewlet netewaney ke le nawçe da hen û beşêk le Kurdistanîşyan têda heye ewan hemîşe ew nezerîye, ew fikre be kar dênin ke belê ewane lêre hen, Kurdin belam beşêkin le netewey Turk, beşêkin le netewey Iran, û beşêkin le netewey Iraq yan Sûriya û de beranber ewe da wekû basîşit kird hûwîyetî Kurdî le beranber ewe da saz bûwe çunke dewlet neteweke wîstûye nikolî lê bika deberanber eweda hûwîyetî Kurdî dête rû û durust debê. Dew çuwarçêweyeş da ke wîstûte le rûy mêjûyiyewe alugorekan le Bakûrî Kurdistan helsengênî ewet le ber çaw girtûwe yan na, ew rûberûbûnewey ew dû huwîyete?

Sîvan Se'îd: Be rastî ewey ke neyşinêk deyewê durust bibê, gurûpêkî êlîtî nasyonalîstî naw ew gurûpe durustî deken. Şert nîye ke emane Turk bin. Êsta durust bûnî dewletî Turk, ca mecbûrim emin ewe be numûne bênmewe, çunke awêneyek heye ke dewlet û nasyonalîzmî Turkî ke Kurdekan eyanewê çawî lê biken û durustî biken le Bakûrî Kurdistan. Ke mixabin şikist dehênê. Ewan, ew kesaney ke dewletî Turkyan durust kirdûwe şert nîye Turk bin, Turk ziman bûbin, ya sunnî bin ya henefî bin belam pêwîstî be identity yek heye ke carê wekû kirasêk bidirwê be beryan înca her kesêk dête naw ew kirasewe ew nawey lê binên. Ewaney ke dewletî Turkyan durust kirdûwe ke steyt û neyşinêkyan bo Turk durust kirdûwe zoryan Ermenîn, zoryan Kurdin, lanî kem, na Turkin, Lazin, Çerkezin le rûy êtnîkîyewe. Belam lew rojewe ke wişey felah, felah yanî Turk muqabîlî esnaf, muqabîlî efendî, mu'elîm ew nawaney tir ke hen her kesew bo îşêk em kirawe be nawêk Turk bo komelêk xelik îtir ewane hemûyan nawyan Turke wekû neyşinêk dena wişey Turk le sed salî rabirdû da, pêştir da yanî felah, yanî ewaney derewe ke muqablî xelkêk ke esnafin, sen'etçîn îla axrîhî. Kurd lem nêwende da ewey ke dîtûyetî wekû xedirlêkirawêk, ewaneyan ke ser be çînî nawerastin û tuwanay eweyan hebûwe ke destyan biga be şwênêkî, nawendêkî wekû Estenbûl be dû bar da kewtûn. Hêndêkyan wîstûyane ke têkhelkêşî ewe bibin û tênegeyiştûn ke lew şwêney ke pêy degutrê Kurdistan şitêk sewz nabê bo durust kirdinî neyşinêk ba ême zû be zû bikewîne naw ew dewlete modêrne ke durust ebê û êmeş bibîn be yekêk le serbazekanî ke çendîn kadrî Kurd, xwêndewarî kurd ew wexte hebûn destî zor zor meznyan heye le durust kirdinî dewletî Turkya. Ewaney ke mawnetewe xelkêkî, yan dînîyekan bûn, ayîndarekan yan xelkêkî felah û ewaney ke neyan tuwanîwe bigene ew modêrne û le îtrîca' da mawnetewe be zimanî dewletî Turk hestawin bo durust kirdinî şitêk bo xoyan belam be îmkan û têknîkêkî ze'îf, ewane nazanim yanî be tewawîş natwanrê bixrête ser ewey ke emane ser be tewecuhêkin ke ekrê ke be tîorî modêrnî nasyonalîzm ême biyanxwênînewe. Wekû 'erzim kirdî berastî însan heyran debê lewey ke be çi tîorîyek bituwanê ew cunbuşaney ke le qernî Bîst da, le sedey Bîst da durust bûwe bo azad kirdinî Kurd le şwêne lokal û herêmiyekan da ke hîç wext nebûwe be bizûtnewey neteweyî, ke bizûtneweyekî sertaserî bê, ewane be tewawî be tîorî modêrn û be tîorî êtno sêmbolîzmîş naxwêndirêtewe ke êtno sîmbolîzm le hemûyan warîdtire ke detwanrêt hem rabridû, hem êsta be yekewe girê bidatewe. Modêrnîş bituwanrê pêy bixwêndirêtewe belam be her halêk bêt ewey ke be lay minewe eweye, pirsyarî mine ke em hemû şikiste bo? û çon lew şikiste dereçîn ewe beşî dûwemî îşekeme.

Qazî: zor başe êsta bêyne ser ew pinktey ke bo şîkirdnewey ew barudoxey ke Kurdistanî Turkiya, ya Cunûbî Şerqî Turkya(way pê delên), Başûrî Rojhelat hebûwe le ruwangey sosyal tîorî, tîorî sosyal lemer bizûtnewe komelayetîyekan, çit kirdûwete numûne ke pêkyan berawerd bikey û helîsengênî?

Sîvan Se'îd: Wekû berawerd le naw kitêbekeda, leber ewey mehdûde to natuwanî hemû şitêk bikey. Bo numûne berawerdî şwênêkî wekû Irlendî Bakûr, ya herêmî Bask, yan herêmî Katalonya yan cunbuşêkî wekû Zapatîstekan le Emrîkay Başûr hîç yek lemanem be tewawî nehênawe ke îstîxdabî bikem û berhevdanêkî pêwe bikem leber dû ho, yekem ewane rewş û şwên û katî xoyan ciyawaze we duwem em herekete lem exîre emin basî salî 2000 dekem, 2005 ta sallî 2013, 14 bas dekem ke neqleyek rûy dawe, transformation êk rûy dawe mecbûr bûm basî ew sed sae bikem ke boçî ew hemû şikiste heye û derbaz bûn lem feyle çon bûwe.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.