'Kamp ne ewle ne, vegerin Şengalê'

Yekşem 21 Tebax 2022 - 22:18

  • Meclîsa Gel a Xanesorê bang li civaka Êzîdî kir da ku ji bo Axîn a 6 salî rabe ser piyan û ji bo xelkê koçberbûyî jî got, "Ewlehî ne li Ewrûpayê ne jî li kampan e. Ewlehî li Şengalê ye."

Meclîsa Gel a Xanesorê bang li civaka Êzîdî kir da ku ji bo Axîn a 6 salî rabe ser piyan û ji bo xelkê koçberbûyî jî got, "Ewlehî ne li Ewrûpayê ne jî li kampan e. Ewlehî li Şengalê ye."

Kampên Başûrê Kurdistanê yên Şengaliyên koçberbûyî lê dimînin, bi kuştinê, her wiha bi şewitandina konan her tim di rojevê de ne. Herî dawî Farûk Mîrza û keça wî ya 6 salî yên li kampa Çemîşko ya Zaxoyê, destpêka Tebaxê hatin qetilkirin. Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê li ser mijarê û bûyerên li kampên Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Berpirsên êrişan ne kesek e 

Destpêkê Meclîsa Gel sersaxî ji malbata Axîn re xwest û ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî xwest ku qatilan ceza bikin.

Meclîsa Gel a Xanesorê  ragihandin ku bûyera vê dawiyê qewimî ya yekemîn nîne ku li Başûrê Kurdistanê rû dide û got, "Herî dawî Axîna 6 salî û bavê wê hatin kuştin. Bûyerên bi vî rengî ne bi destê kesekî bi tenê têne kirin."

Meclîsê îşaret bi pêwendiya kujeran bi rêveberiya herêmê re kir û got, ji ber vê yekê sûcdar nehatiye cezakirin.

Ji bo Axîna 6 salî rabin ser xwe

Di dewama daxuyaniyê de siyaseta PDK'ê ya li dijî Êzîdiyan hate bibîrxistin û hate gotin, "Hikûmeta herêmê nikare parastina gelê li kampan bike û nahêle vegerin Şengalê. PDK’ê ne parastina wan dike ne jî rê li ber wan vedike. Gelê ku ji ber fermanê koçberî wan deran bûye, hikûmet nikare parastina wî bike. Gelê me yê li kampan ne durî van bûyeran e, her roj bûyereke din bi serê wan de tê."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel, nexasim li civaka Êzîdî hate kirin da ku li hember vê bûyerê bêdeng nemîne: "Pêwîst e gelê me yê kampan jî rabe ser xwe. Banga me li tevahiya gelê me ye da ku li ber van bûyeran rabe. Ji bo gelê me yê koçber jî ewlehî li cihên diçinê nîne. Li Ewrûpayê jî, li kampan jî gelê me tê kuştin. Lewma divê vegerin ser xaka xwe. Banga me li gelê me yê Êzîdî ew e ku ji bo Axîna 6 salî, rabin ser xwe."

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.