- Helbestkar û nivîskar Hasbey Koksal bal bir ser taybetmendî û girîngiya cotepeyvên di zimanê Kurdî de û got: “Cotepeyv jixwe binyata zaravayê kurmancî ye. Dewlemendiya zimanê me nîşan dide. Yên ku bi zimanê kurdî re mijûl dibin, bi zaravayê kurmancî re mijûl dibin, dinivîsin ji wan re dibe çavkanî.”
ROZA METÎNA / AMED
Helbestkar û nivîskar Hasbey Koksal ê berhemeke wî ya bi navê “Kilamên Bêdeng” a helbestê heye li ser sîteya Nûpelê jî nivîsên wî tên parvekirin. Hasbey Koksal di heman demê de sala 2024’an pirtûka xwe ya “Di Zimanê Kurdî Zaravaya Kurmancî de Cotepeyv” çap kir. Ev pirtûk li Weşanxaneya Payizê derket.
Hasbey Koksal têkildarî berhema xwe ya “Di Zimanê Kurdi Zaravaya Kurmancî de Cotepeyv” nirxandin kir. Bal bir ser girîngî û taybetmendiya cotepeyvan û got cotepeyv ji bo wî wekî melodiyeke helbestê ye.
Hasbey Koksal da zanîn ku ji xeynî zimanê dayikê, tu çend zimanan bizanibî kesayetiya te ewqas kûr û fireh dibe, derheqê çanda wî zimanî de tu dibî xwediyê zanînê û dewlemendiya ziman a ji bo insanan wiha rave kir; “Helbet her ziman, her çand rengekî çanda dinyayê ye û bi qîmet e. Yek ji yekî bilindtir û kêmtir nîn e. Lê meriv ji aliyê çêbûna peyv û hevokan ve dikare zimanan bide ber hev, ji hev nêz û dûriya peyvan, etîmolojiya wan û saziya hevokan rave bike. Jixwe dewlemendiya zimanan jî di vir de derdikeve holê. Bi darê zorê bibe jî, ji mecbûrî di dibistanên dewleta tirk de ji her alî ve û bi kûrahî hînî zimanê tirkî bûm. Dema ku hînî zimanê tirkî dibûm, di pêşî de peyv an jî havokên ku lazim e bibêjim di hişê xwe de bi kurmancî min saz dikir, şênber dikir. Min di zimanê tirkî de hemwateya wê peyvê di hişê xwe de seh dikir, didît, peyv an jî hevok çêdikir û digot. Di van wergeran de kompeyvekê bala min pir dikişand. Wek muzîkê ji min re dihat. Di zimanê tirkî de li hemwateya wan kompeyvan digeriyam. Yek û yek, bi wî awayî pêkhatina komapeyvan tinebû. Komepeyvên heyî jî ji aliyê çêbûnê ve nedişibiya kompeyva kurmanciyê. Wateyê tam hev nedigirt. Dîsa min dît ku di zaravayê kurmancî de gelemperî bê wan kompeyvan hevok nayê çêkirin. Hevok bê çêkirin jî rave têr û tijî nabe û nîvçe dimîne. Fonetîka hevokê xirabe dibe û gotin, muzîka xwe winda dike. Wê demê, zanîna min a rêzimanê têrê nedikir, min nedikaniya kîmyaya koma peyvan analîz bikim. Hema bala min tim li ser wan kompeyvan bû. Di axavtinan de, di stran, çîrok, helbest, nivîs û hwd din de guh û çavên min tim li wan kompeyvan bû. Heta ku ji min dihat di kewara hişê xwe de min berhev dikir. Li pey navê van kompeyvan ketim. Di pirtûka birêz Samî Tan de, ez wer dizanim pirtûka 'Rêzimana Kurmancî' bû, rastî navê van kompeyvan hatim. Samî Tan, di pirtûka xwe de ji wan kompeyvan re 'Cotepeyv' digot. Di nav koma peyvan de wek kompeyvek taybet dida nasîn. Bal û pêwendiya min zêde geş û kûr bû. Li pey van kompeyvan ketim. Cotepeyv-Cotpeyv çi ye û peyvên ku bi gîhaneka 'û' yê tên ba hev çi wateyan digirin yan jî derdixinin rastê? Li ser vê mijarê mijûl bûm. Destpêka pirtûka min a 'Di Zimanê Kûrdî Zaravaya Kurmancî de Cotepeyv' wiha derket meydanê."
Cotepeyv wek melodiyê bûn
Hasbey Koksal da zanîn cotepeyv ji bo wî mîna melodiyeke helbestê bûn û wiha pê de çû: "Tiştê ku min ber bi mijûliya cotepeyvan vekir, di axaftinan de muzîkalîteya cotepeyvan bû. Gotin û wateya mijarê bi du peyvan hîn fireh dibû û dihat şîrovekirin. Wekî mînak; rê û rêç, agir û arav, şalûl û bilbil, gep û zep, şax û dax, şêt û şeyda … hwd. Telafûz, aheng û awaza cotepeyvan bi min re wek melodiya rêzikên helbestan dihat."
Şaxên cotepeyvan
Hasbey Koksal bal bir ser kîmyaya cotepeyvan û wiha dewam kir: "Me gotibû taybetmendiya cotepeyvan ji du peyvan pêk tê, herdu peyv 'û' yê weke gihanek digirin nav xwe, 'û' karê gihanekê hildigire û herdu peyv jî, ji 'û' hêz digire yan jî hêzê dide 'û' yê. Ew cotepeyv, bi serê xwe dibe peyvek. Em dikarin bêjin herdu bêje, wateyên xwe hinekî winda dikin an jî şûnve dikişînin û wateyek din digirin. Bi vî şiklî mebesta hevokê zelal, kûr û fireh dikin. Cotepeyv, di gotinê de wek qalibekî cih digire. Piştre em nikarin cihê peyvan biguherînin. Di parzûna dîroka zargotinê de nisiliyane wek 'biwêj' qalib girtine. Em cotepeyvan dikarin di bênc şaxan de binirxînin. Bi peyvên hemwate cotepêy. Mînak: Ar û heya. Bi peyvên nêzwate cotepêyv. Mînak: Nas û dost. Bi peyvên dijwate cotepêyv. Mînak: Sar û germ. Bi peyvên bêwate cotepeyv. Mînak: Zip û ziwa. Bi peyvên têkildar cotepeyv. Mînak: Nal û bizmar. Bê guman, cotepeyv di xwe de yek wateyekê nahewîne, li gora vegotinê wate diguhere."
Em mecbûr in ziman biparêzin
Hasbey Koksal bi lêv kir ku yên ku pênûsê digire mecbûr in ji bo pêşerojê, peyvên zimanê xwe bigirin bin parastina nivîsê û wiha lê zêde kir:"Zimanê Kurdî, yanî hemû zaravayên zimanê kurdî li Tirkiyeyê di bin zext û polîtîkayên pişaftinek mezin de ye. Ji her alî ve di bin tinehesibandin û tinekirinê de ye. Ji dibistanan bigire heta çapemeniyan, ji bazirganiyê bigire heta li qad û kolanan kurdî qedexe bû. Van salên dawî piçekî ew qedexe sist bibe jî dewleta tirk dev ji nîyeta xwe ya tinekirinê bernedaye. Ziman, çêkerê sosyolojiya civatê ye. Dewlet dixwaze vê sosyolojiyê hilweşîne. Bi vî rengî dewlet tevdigere. Bi rastî dewleta tirk di armanca xwe de gelek rê jî girt. Nifşê nû tenê kurdiya nav malê, yanî zimanekî teng diaxive. Pir kes wî jî nizane. Peyv, sazîbûna hevokan, fikirandina bi kurdî her ku diçe ber bi xirabbûyînê ve diçe. Em, yên ku pênûsê digire mecbûr in ji bo pêşerojê, peyvên zimanê xwe bigirin bin parastina nivîsê. Ji ber vê yêkê min jî bi qasî hêza xwe, bi qasî zanîna xwe di zaravayê kurmancî de dest bi berhevkirina cotepeyvan kir û wek pirtûka ferhenga cotepeyvan amade kir. Min, di lîteratûrê de bi cih kir. Ew nayê vê maneyê ku di kurmanciyê de çiqas cotepeyv hene min kom kiriye. Bê guman belkî jî hejmara cotepeyvên ku min berhev nekiriye, hîn zêde bin jî."
Çavkaniyên berhema cotepeyvan
Hasbey Koksal bal bir ser çavkaniyên xwe ji bo derketina vê berhemê bûne alîkar û got: "Di zaravayê kurmancî de çavkaniya berhevkirina cotepeyvan ji bo min ev bûn; kilam, stran, çîrok, çîrvanok, lava, nifir, mamik, zûgotinok, efsane, serpêhatî. Ev ji min re bûn çavkanî. Heval, nas û dost jî di vî warî de gelek cotepeyvên herêmên xwe ji min re gotin û bûn alîkar. Keda wan jî sax be. Gelekî kêfxweş im ku berhemeke wiha çap bû."
Cotepeyv dewlemendiya ziman e
Hasbey Koksal bi lêv kir ku cotepeyv dewlemendiya ziman e û wiha pê de çû:"Cotepeyv jixwe binyata zaravayê kurmanciyê ye. Dewlemendiya zimanê me nîşan dide. Dibe ku pirtûka cotepeyvan di navbera herêman de wek pirekê tevbigere. Girîngiya cotepeyvan derbixîne ber çavan. Balê bikişîne ser van peyvan. Yên ku bi zimanê kurdî re mijûl dibin, bi zaravayê kurmancî re mijûl dibin, dinivîsin ji wan re dibe çavkanî. Mîna ferhenga peyvan, dibe şîrove û agahîdayina cotepeyvan."
Ji bo zimanê me Kurdî tasek av e
Hasbey Koksal herî dawî li ser girîngiya berhemên bi vî rengî wiha got: "Bi çavên min her berhemên bi zimanê kurdî, pîroz e. Ew xebatana bê dibistan, bê mamoste, bê alîkarî bi kedeke zor û zehmet derketine pêşberî xwendevan û eleqedaran. Her berhem, çavkaniyek e. Rênîşander e. Binyata wêjeya pêşerojê ye. Her berhem, an pirtûk an jî li ser platforma dîjîtal çi hatiye nivîsîn û bê nivîsîn ji bo zimanê me Kurdî tasek av e."