Weşanên Wardozê pirtûkeke nû çap kir. Pirtûka bi navê “Koleksiyona Hîkayet û Kilamên Tûr Abidîn û Botanê” ji hêla Albert Socin û Eugen Prym ve hatiye nivîsandin. Mistefa Aslan û Farouk İsmail jî transkrîpsîyon û nirxandina pirtûkê kirine. Her wiha Bahoz Baran û Mehpûs Sehedî jî weke edîtorên pirtûkê di vê xebatê de cih girtine.
Di derheqê pirtûkê de; “Ev koleksîyona giranbiha ji alîyê rojhilatnasên alman, Albert Socin û Eugen Prymî ve di sedsala 19an da li Kurdistanê, li herêma Tûr Abidin û Botanê hatîye berhevkirin û di çaryeka heman sedsalê da li Petersbûrgê hatîye çapkirin. Di koleksîyonê da gelek hîkayet û kilam-destan cih digirin. Mistefa Aslan û Farouk Ismailî ji alfabeyeka taybet transkripsîyona wan deqan kir û ew nirxandin. Ev xebat wekî mêjû yek ji kevintirîn xebatên berhevkarîyê ya kurdîya kurmancî ye ku ji alîyê du kesên bîyanî ve hatîye amadekirin. Di vê pirtûkê da 13 hîkayet û 44 kilam-destan hene.”
NAVENDA NÛÇEYAN