Parastina ziman û helwesta hevpar

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 17 Adar 2025 - 00:24

  • Nivîskar Ahmet Çelîk ku di gelek warên edebî de xwedî berhem e, behsa serpêhatî û nivîskariya xwe kir. Ahmet Çelîk her wiha balê bir ser helwesta ji bo ziman û got; “Ji bo parastina ziman û wêjeya kurdî pêdivî bi helwesteke hevpar heye.” 

ROZA METÎNA / AMED

Nivîskar Ahmet Çelîk ê ku hem çîrok hem jî roman nivîsandiye di heman demê de jî di beşên cuda yên wêjeyê de hêjayî xelatên wêjeyê jî hatiye dîtin. Ahmet Çelîk ê ku ji destpêkê de ji nivîsandina helbestê dest pê kiriye di berhemên xwe de bal biriye ser rastiya civakê jî. 

Ahmet Çelîk li ser destpêka çîroka nivîsandina xwe, naveroka berhemên xwe, asta wêjeya kurdî, têkiliya wêje û ziman her wiha li ser têkoşîna li dijî êrişên li ser ziman û wêjeya kurdî nirxandin kir. Ahmet Çelîk di nirxandinên xwe de peyama, “parastina ziman û wêjeya kurdî ya bi helwesteke hevpar” da. 

Ahmet Çelîk ê di destpêkê de behsa çîroka nivîsandina xwe kir diyar kir ku wî ji helbestê dest bi nivîsandinê kiriye û hinek nivîsên wî jî di darbeya 12’ê Îlonê de wenda dibin. Ahmet Çelîk got; “Min di zarokatiya xwe de piştî dibistana seretayî bi helbestê dest bi nivîsê kir. Lê belê helbestên ku min wê çaxê dinivîsand ji hêla wêjeyê ve tu girîngiya wan tune bû. Çi ji dilê min dihat min ew dinivîsand. Ez bi temenê xwe zarok dihatim hesibandin. Weke her zarokekî heweskar min jî hewesa xwe dianî ziman. Ji bo xwendina dibistana navîn ez çûm Amedê û cara yekemîn bi jiyana bajarekî mezin ve rû bi rû mam. Di wê dema ku ez hînî jiyana bajar û axaftina tirkî bûm ji nû ve helbest, kurteçîrok û buyerên ku li civakê diqewimîn bi qasî zanebûna xwe bi rihekî amator min dinivîsand. Mixabin ew nivîsên min ên amator di darbeya 12’ê Îlonê de ji ber ku ewlehî û weke a niha derfetên teknolojîk ji bo veşartinê tune bû wenda bûn. Tevî zext û nexweşiya li welêt jî min nivîsa xwe dewam kir. Min têkoşîna xwe ya nivîsandinê ya li dijî darbeyê domand. Bi rastî ew helbest, çîrok û ceribandinên ku wê çaxê min nivîsandibûn min pir dixwest ku di dest min de hebûna. Ez bi xwe di malbatek weltparêz de hatime dinê û bi hestên welatperwerî mezin bûme. Bavê min mirovekî xwenda û zana bû. Herdem ez tika dikirim ji bo xwendinê. Di zarokatî, xortanî û hetanî ku ez zewicîm min gelek pirtûk xwendin. Di wê demê de peydakirina pirtûkan pir zor bû lê min bi alîkariya bavê xwe pirtûkên kurmancî, tirkî û erebî dixwend. Piştî salên 1990’î ku rojnameya Welat û Gundem derket carcaran min nivîs ji wan re dişand (lê ne bi navê xwe yê rastî) û wan jî di quncikên rojnameyê de diweşand. Bi kurtasî çîroka min a nivîsê ez dikarim bibêjim ji zarokantiya min de dest pê kiriye.”  

Naveroka berhemên hatine çapkirin

Ahmet Çelîk behsa naverokên berhemên xwe kir û wiha pê de çû: ”Berhema min a yekemîn roman e. Serpêhatiyek temamê wê ji bûyerên rasteqîn pêk hatiye. Seydayekî hêja û jiyanek balkêş û bi wate. Zarokatiya wî, xortaniya wî, têkoşîna wî ya di salên 80’ê de û hetanî 90’î û şehadeta wî ya bi awayekî hovane, tevlî belgeyan û destnivîsên wî yên kar û xebatên wî di derbarê ziman de kiribûn. Bi navê ‘Dilê Çarperçe’ di sala 2022’yan de ji weşnxaneya Sîdarê derket. Berhema min a duyemîn çîrok e. Ji heft çîrokan pêk tê. Bi navê ‘Usivê Bafile’ di sala 2024’an de ji weşanxaneya J&J’yê derket. Ji wan heft çîrokan yek jê bi navê ‘Xezalê’ di pêşbirka çîrokan a Ş.Denîz Firat de ya li Mexmûrê xelata yekemîn wergirt. Yek ji wan çîrokan jî bi navê ‘Rojîn’ di pêşbirka çîrokan a Huseyîn Çelebî de li ya Almanyayê xelata sêyemîn wergirt. Bi navê ‘Kîsoyê Kulek’ çîrokek bi awayekî fabil hatiye nivîsandin. Bi nêrîn û axaftinên ajalan zext û zoriyên ku mirov li wan dikin û şewata daristanan hatiye hûnandin. Di çîrokên din de pirsgirêkên di civaka me de derdikevin pêş û bûyerên qewimîne bi awayekî afirîner hatiye nivîsandin. Kevneşopî û çewtiyên bi taybet li ser jinê bi darê zorê çêdibin weke zewaca keçikên biçûk a bi mêrên temen mezin, hewî, berdêlî û zewaca bê dil. Têkoşîna dayikên Şemiyê, mirovên kujer nediyar û gelek mijrên din di çîrokên min de derdikevin pêş. Di Ûsivê Bafile de fermana xiristiyanan, tiştên ku bi awayekî komkujî hatiye serê wan, piştî komkujiyê êş û azara ku zarokên wan kişandiye derketiye pêş. Min ev pirtûk diyarî ‘Dayikên Şemiyê’ kiriye.”  

Derfet zêde bûne lê axavtin kêm e

Ahmet Çelîk ê bal bir ser rewşa wêjeya kurdî û got: ”Di nav zimanên dinê de zimanê kurdî cihekî girîng digire. Zimanekî herî kevnar û di warê wêjeyê de herî zengîn e. Bandora zimanê kurdî li ser gelek zimanan bi awayekî erênî çêbûye. Lê ji ber ku ne bûye zimanê perwerdehiyê û wêjeya kurdî demek dû dirêj bi devkî dom kiriye wek dengbêjiyê û çîrokbêjiyê di dîrokê de rola xwe di wêjeya cîhanê de nelîstiye. Ziman û wêjeya kurdî hetanî beriya niha bi 35-40 salî tevlî ku derfet kêm bûn jî, pirtûk peyda nedibûn jî, li ser gel qedexeyek xedar hebû jî lêxwediderketina ziman, axaftina ziman, bikaranîna ziman di nav gel de gelekî zêdetir bû. Di roja îroyîn de her cûre berhem zêde ne, nivîskar zêde ne, derfetên teknolojîk zêde ne lê mixabin axaftin, xwendin kêm bûye. Di mejî de û di warê siyasî û welatperwerî yan kurdîperweriyê de lêxwedîderketin dibe ku zêde bû be jî axaftin û bikaranîna ziman pir kêm bûye. Li gorî min wêjeya kurdî di astek baş de ye. Gelek nivîskarên hêja berhemên giranbiha derxistinê holê. Roman, çîrok, helbest, lêkolîn, dîrok, erdnîgarî, felsefe, olî, berhevkarî û di warê rêzimanî de pir xebatên hêja afirandine. Ji hêla nivîskarên kurd de pewîst e li ziman lêxwedîderketinek zexm hebe.” 

Xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin

Ahmet Çelîk da zanîn ku ji bo pêşketina zimanê kurdî divê hemû xebat bi zimanê kurdî bê kirin û wiha pê de çû: ”Ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî beriya her tiştî pêwîstî li lêxwedîderketina ziman heye. Di her qadên jiyanê de divê dayik teqez bi zarokên xwe re ji bilî zimanê kurdî neaxivin. Temamê saziyên kurdan çi komele, çi ode, çi sendîqa û çi partiyên ku hene civînên xwe, daxuyniyên xwe bi kurdî bikin. Şaredariyên ku di dest me de ne divê kar û xebatên xwe, bi gel re axaftinên xwe û malperên xwe yên li ser înternetê bi zimanê kurdî bi kar bînin. Rewşenbîr, nivîskar û wêjevanên kurd ji civakê re bibin mînak û ji bilî zimanê kurdî nepeyivin. Bi taybet kar û xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin. Berhemên xwe bi zimanê kurdî biafirînin.” 

Zimanê pêşketî wêjeyê xurt dike

Ahmet Çelîk di heman demê de bal bir ser têkiliya di navbera wêje û ziman de û wiha dewam kir: ”Bê guman ziman û wêje ji hev nayê qetandin. Mirov di zimanê xwe de çiqas pêşketî be wê ewqas wêjeya mirov jî xurt be. Wêjevaniya gelekî bi nivîskariya nivîskarên wî gelî ve girêdayi ye. Wextê nivîskar di bin her şert û merci de (çiqas zor û zehmetî tê de hebe jî) bi zimanê gelê xwe nivîskriyê bike ew ê wêjeya gelê xwe bi pêş de bibe. Ez dikarim bi taybet ji bo nivîskarên kurd bibêjim, hinek nivîskar di warê wêje û nivîskariyê de gelekî pêşketî ne jî mixabin berhemên xwe bi zimanê serdest, bi tirkî dinivîsin. Gava berhem bi tirkî hate afirandin ew serkeftina wan ji zimanê tirkî re dibe mal.”  

Wêje pêşketina civakê ye 

Ahmet Çelîk bandora ziman û wêjeyê ya li ser pêşketina civakê jî wiha nirxand: ”Bê guman bandora wêjeyê ji bo pêşketina civakê cihekî girîn digire. Em dizanin di wêjeya gelan de dîroka wan, çanda wan, kevneşopiyên wan, şahî û şînên wan, çîrok û helbestên wan, kûrahiya zimanên wan heye. Ger wêjeya gelekî pêşketî be di xwezaya xwe de civaka wî gelî bi xwe jî pêş dikeve. Wêje pêşketina civakê ye. Di heman demê de gelê ku wêjeya wan bi pêş bi keve bandora çand û jiyana wî gelî li ser gelên cîhanê jî bi awayekî erênî çê dibe. Wêje ji hêlekê civaka xwe bi pêş de dixe ji hêla din civaka xwe li cîhanê dike xwedî nirxekî mezin û dide nasîn. Wêjeya serkeftî bi kîjan zimanî hatibe nivîsandin ew ziman li dinê dibe xwedî taybetmendiyek çêker. Wergera wan berheman bi zimanê biyan çanda wî gelî bi gelê dinê dide naskirin.” 

Bi ruhekî netewî ziman biparêzin

Ahmet Çelîk ji bo têkoşîna li dijî êrişên li ser ziman û wêjeya kurdî jî ev tişt got: ”Bi taybet di van 20 salên dawî de polîtîkayên bişaftinê di her warî de tê bikaranîn. Li dibistanan, ji kreşan hetanî zanîngehan, di televizyonan de bi bernameyê mûzîkê hetanî rêzefîlman, di warê karker û karmendiyê de, li nexweşxaneyan, li dadgehan bişaftin gav bi gav têne hûnandin. Dewlet wî karê xwe ewqas bi zanetî dike û hûrik hûrik dihûne hetanî ku mirov lê hayîl dibe zarok ji dest diçin. Beriya niha li çend bajaran li hinek taxê wan bi tenê hinek dayik û zarokên kurdan bi tirkî diaxivîn. Lê mixabin îroj ev axaftina tirkî daketiye navçe û gundên kurdan bi tevahî, ev rastî jî metirsiyekê bi mirov re çêdike. Ji bo ku ziman wenda ne be û xetereya jibîrkirinê nekeve dilê me divê ku bi rihekî netewî û seferberî em xwedî li zimanê xwe derkevin. Dayik û bav, mamoste û şagirt, karker û karmend, siyasetmedar û rewşenbîr, jin û mêr, li malê, li dibistanan, li kolanan, li nexweşxaneyan, li dadgehan, li zanîngehan bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin, bijîn û têkoşînek mezin û bê navber bikin ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.