Nivîskar û helbestvan Diya Ciwan roja 26'ê vê mehê li Duhokê canê xwe ji dest da.
Zêneb Mele Ehmed Şozî bi navê xwe yê nivîskariyê Diya Ciwan canê xwe ji dest da. Diya Ciwan ku nivîskar û helbestvan bû di sala 1952'yan de hatibû dinê. Wê di ciwaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiribû û heta niha gelek pirtûkên wê derketibûn.
Diya Ciwan li ser nivîskariya xwe wisa gotibû,“Min hingê nivîsî, roja ku min başî û xirabî, sitembarî û berxwedan ji hev cuda kir. Roja ku devê min tehma talî û şêrînahiyê ji hev cuda kir, ew roj bûne destpêka nivîsandinê, min di hundirê xwe de bi evînekî mezin dinivîsî, lê bi bûyereke piçûk, bi wateyeke kûr, hew min dît ku nivîs xwe ji sînga min davêje ser rûpelan, ew dem jî di sala 1977 de bû.” Diya Ciwan ji sala 1975'an ve li Şamê li taxa kurdan dijiya heta van salên dawî. 6 zarokên wê hebûn.
Cenazeyê wê li Goristana Sentengê ya Duhokê hat definkirin. Heta niha ji çîrok, gotinên pêşiyan û helbestan gelek pirtûkên wê derketine. Dîsa nivîsên wê di gelek kovarên kurdan de hatine weşandin. Her wiha wê ji saziyên kurdan gelek xelat jî girtibûn. Li aliyê din ew demek di nav Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê de jî xebitî bû û di nav Komîteya Navendî de cih girtîbû.
Hin pirtûkên wê ev in:
1- Pêlek ji deryayê kovanên min / Helbest / Şam, 1992
2- Bazbend / Çîrok / Şam, 1997
3- Hêsrên ziwa /Helbest / Şam, 1998
4- Çîrokên kurda / beşa 1'ê / 2004
5- Çîrokên kurda / beşa 2'yan / 2007
6- Gotinên pêşiya / Duhok, 2007
7- Bênder / Helbest / Avesta, Stenbol, 2008
8- Kenê Reş / Çîrok / Nûbihar, Stenbol, 2021
9- Firmeskên Azadiyê / Helbest / Peywend, Wan, 2022
DIYARNAME