- Hozan Comert albûmeke nû ya bi navê “Xozan” derxist. Hozan Comerd got, “Dema ku em helbestvanên xwe yên sûfî dixwînin, em felsefe, trajedî û destanan dibînin. Min xwest ku felsefe û hunera wan bi muzîkê re bigihînim hev.”
FIRAZ BARAN / KOLN
Bavê şehîdan, hunermendê Kurdistanê Comerd, albûma xwe ya nû derxist. Navê albûmê “Xozan” e û gotinek bi Dimilî ye. Ji gotinên "xwe" û "zan" tê û wateya wê "xwe bizane" ye.
Di albûmê de 10 stran cih digirin. Hunermend helbestên Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Pertew Begê Hekarî û Seydayê Tîrêj hilbijartiye. Albûmek taybet e. Bi maqama kasîdeyê û helbestên sûfî hatiye amade kirin û guhdar bi 14 enstrumanên cuda têrî muzîkê dibin. Aranjorê albûmê Hakan Akay e û amadekirina albûmê du sal kişandiye.
Albûma "Xozan"ê Art Recordsê derxistiye. Hozan Comerd dê roja Şemiyê beşdarî Newroza Frankfurtê bibe. Ew ê albuma xwe li vir li standa Art Recordsê îmze bike. Cîhana îro êdî albûm wek kaset û CD nayên derxistin. Mirov bi QR Code guhdar dike. Ji bo albumê pirtûkek bêrîkê hatiye amadekirin. QR Code û gotinên stranan di vê pirtûkê de cih digire.
Ji ber ku hin helbestên albûmê beriya sedsalan hatiye nivîsandin, îro hin gotin nayên fêmkirin. Di pirtûka bêrîkê de hem helbestên orîjînal û hem jî guhertoya wê ya ku li gorî kurdiya îro hatiye adaptekirin cih digire. Her wiha amadekaran helbestan wergerandine îngilîzî jî.
Maqama Kasîdeyê û Helbestên Sûfî
Hozan Comerd heyranê wêjeya sûfî û muzîka kasîdeyan e. Ev albûm nîşaneya vê heyraniyê ye. Hunermend ji ajansa me re axivî û got: "Dema ku em helbestvanên xwe yên sûfî dixwînin, em felsefe, trajedî û destanan dibînin. Min xwest ku felsefe û hunera wan bi muzîkê re bigihînim hev. Mesela min Ehmedê Xanî 4 caran xwendiye. Dîsa jî ez têr nebûm e. Divê mirov wê ezber bike. Helbestên kesên wek Melayê Cizîrî û Melayê Batê pir kûr in. Carinan tenê peyvek we digihîne cîhanek cuda."
Hozan Comerd dewam dike û van agahiyan dide: "Min xwest ku feylesofên me fahm bikim. Lewma em demeke dirêj bi hevalên muzîkjen re xebitîn. 2 sal in em li studyoyê ne. Me xwest em muzîkeke dewlemend û hêjayî felsefeya wan bi dest bixin. Me li stûdyoyê ji xwe re tenê muzîk çênekiriye. Me gotinên wan nirxandin, carinan bi saetan li ser peyvekê em axivîn. Nirxên gelê me ye. Em bi wêje û feylesofiya wan serbilind in."
Divê muzîk layiqî nirxên me be
Hozan Comerd, bavê şehîd Sînan Cemgîl Kahraman û Taylan Kahraman e. Bavê şehîdan herî dawî got: "Bi salan e em ji bo hewcedariyên rojane baz didin. Em diçin bîranîn, şahî û pîrozbahiyan... Ji ber vê yekê min nekarî wextê pêwîst bidim wêjeya tesewuf, tevî ku min pir jê hez dikir. Ev albûm lêborînek e ji wê hezkirinê re. Her wiha em mirovên çand û hunerê ne. Erkên me bilind kirina morala gelê me ye. Em êş û kêfxweşiya gelê me tînin ziman.
Yek jî Kurdistan ev 40 sale di nav tofanekê de derbas dibe. Me bi deh hezaran şehîd dan. Şehîdên me gelê me parastin û em kirin yek. Felsefeyek mezin derket holê. Vê felsefeyê gelê me parast û em bûn yek. Di vê albûmê de yek ji tiştên ku me herî zêde bala xwe dayê ev bû: Me hewl da ku em muzîkek layiqî van nirxan bikin. Êdî albûm dê di destê guhdaran de be. Ew ê xebatên me binirxînin. Ez hezkirin û rêzdariya xwe pêşkêşî gelê me dikim."
Stranên Albûmê
Stranên ku di albumê de cih digirin ev in:
Dil ji Min Bir
Gotin: Meleyê Cizîrî
Muzîk: Xozan Comerd
Hezar Hezar Sal û Zeman
Gotin: Rezaliyê Reşîd
Muzîk: Xozan Comerd
Bejna şepal
Gotin: Pertew Begê Hekarî
Muzîk: Xozan Comerd
Husna Te
Gotin: Melayê Bateyî
Muzîk: Hozan Comerd
Aşiqê Zulfa Reş im
Gotin: Melayê Bateyî
Muzîk: Hozan Comerd
Sorgul î
Gotin: Melayê Bateyî
Muzîk: Xozan Comerd
Des û Dû Îmam:
Gotin û Muzîk: Xozan Comerd
Govenda Felekî
Vatê û Muzîk: Emîr Alî Yağan, Ferhat Tunç
Ti Kê Berbena û Gozelê:
Gotin: Seydayê Tîrêj
Muzîk: Xozan Comerd
Muzîkjenên Albûmê
Muzîkjen û ekîba teknîkî ya ku di albûmê de cih digire ji van navan pêk tê:
Music Producer: Hakan Akay
Mastering: Fisheye Music, Stefan Heger
Bass: Philipp Bardenberg
Piano: Clemens T.Orth
Tembur: Hakan Akay
Guitar: Klaus Bittner
Percussion: Fethi Ak
Daf,Tombak: Reza Samani
Traditional Violin:Metehan Dada
Ney: Eyüpcan Acikpazu
Santur: Kiomars Musayyebi
Violin 1: Rostislav Kozhevnikov
Violin 2: Barbara Streil
Viola: Justyna Sliwa
Cello: Teemu Myöhänen
Photo: Pîroz