Îsraîlê li Şerîeya Rojava derhênerê filistînî Hemdan Bîlal ê ku beriya çend hefteyan xelata Oscarê wergirtibû, desteser kir.
Hemdan Bîlal beriya çend hefteyan ji ber belgefîlma xwe yê bi navê ‘No Other Land’ xelata Oscarê wergirtibû.
Derhênerê îsraîlî Yuval Abraham ku hevkarê Hemdan Bîlal ê belgefîlmê ye, der barê mijarê de ev agahî li ser X’ê parve kir: "Komeke niştecihan êrişî mala wî kir. Bîlal birîndar bû. Leşker ketin ambulansê ku Bîlal xwestibû û ew girtin."
Li gorî Navenda "Na ji Tundiya Cihûyan re", bûyer li gundê Sûsya yê başûrê Şerîeya Rojava çêbûye û bi dîmen hatiye belgekirin.
Belgefîlma “No Other Land” a li herêma Masafer Yatta ya nêzî Sûsyayê hatiye kişandin, çîroka ciwanekî filistînî vedibêje ku li dijî koçberiya bi darê zorê tê dikoşe.
NAVENDA NÛÇEYAN