Rojev

Meclîsa Jinê ya Zimanê Kurdî hêvî ye

Pêncşem 27 Adar 2025 - 03:05

ROZA METÎNA / AMED

Endama Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî Bêrîtan Orak diyar kir ji bo pêşketina zimanê kurdî ew ê xebatên curbecur pêş bixin û wiha got:” Tiştê herî girîng ew e ku her kar û xebata zimên divê bi perspektîfa jinê pêk were. Bi girîngiya vê rastiyê jî em dixwazin di her qada jiyanê de xwe bigihînin jinan. Meclîsa Jinê ya Zimanê Kurdî hêvî ye. "

Aktivîstên zimanê Kurdî, endamên saziyên sivîl û gelek jin di 9'ê Adarê de li Amedê hatin gel hev û “Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî” ava kirin.  Jinên li Şaxa Hejmara 1'ê ya Egîtîm-Senê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê li hev civiyan di heman demê de daxuyaniyek jî dan. Jinan di daxuyaniyê de gotin:"Wek Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî, em dê li hemberî her cure polîtîkayên bişaftinê têbikoşin, rola dîrokî ya jinê ya di hêla ziman de hêzdar bikin û ji bo zimanê Kurdî bighîje statuya makezagonî xebatan bimeşînin." Di daxuyaniyê de xebatên ku dê Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî dane pêşiya xwe jî hatin rêzkirin.

Endama Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî Bêrîtan Orak li ser avakirina meclisê, xebatên wê bikin, rola jinan a di qada zimên de nirxandin kir.

Em ê bi meclisê xwe bigihînin jinan 

Bêrîtan Orak da zanîn ew vê meclisê diyarî jinên kurd û zimanparêz dikin û wiha got:"Wekî ku hûn jî dizanin meclîs pergala birêvebirineke demokratîk e. Her kes fikr û pêşniyarên xwe bi awayekî azad dikare bîne ziman. Wekî endameke meclîsê di birêvebirina meclîsê de bi sekn û hizirînên xwe dikare rê li rêvebirinê veke. Jixwe meclîs di rê û rêbaza civaka demokratîk de hîmekî mezin û diyar e. Em jî dixwazin ku di nava vê civaka demokratîk de wekî dildar û hezkiriyên zimên ên jin bi reng û hêza xwe di bin banê meclîseke de werin gel hev. Wekî din em dikarin bibêjin ku bi vê meclîsê jî em ê xwe bigihînin gelek jinên ku di dever û herêmên cuda de dijîn. Bi vê meclîsê kar û xebatên ku li ser ziman tên kirin bi çandên cuda yên herêmên din û bi perspektîfa jinê nexşerêyekê ji jinên kurd bide avakirin. Ji ber vê boneyê jî me meclîsa xwe ya jinê ya zimanê kurdî ava kir. Em vê meclîsê li hemû jinên kurd û zimanparêz re dikin diyarî û li hemû jinan pîroz dikin. Em bi kelecaneke mezin jî li benda xebatên xwe ne."

Em ê xebatên curbecur bikin

Bêrîtan Orak a ku bal bir ser kar û xebatên xwe wiha pê de çû:"Xebatên zimên pir berfireh in. Di kuçe û kolanan de, di gund û bajaran de , bi  zarokan re, bi akademîsyenan re, bi nivîskar û mamosteyan re, hemû jinên ku bi ziman re eleqedar in, gelek xebatên me heta vê demê çêbûn. Em ê bi vê meclîsê jî xebatên xwe yên bi vî rengî ne tenê li cihekî, li gelek cihan û bi gelek kesan ( bi tevî jinên meclîsê) re pêk bînin. Di pêşerojê de em ê bi xebat û plansaziyên curbecur bernameya xwe amade bikin."

Meclîsa Jinê ya Zimanê Kurdî hêvî ye

Bêrîtan Orak diyar kir ku wê ji bo kurdî xwe di milê pratîkê de nîşan bidin û wiha got:"Ya rastî tiştên ku em bibêjin pir in, gelek in. Çi dem têr dike çi jî hêz. Ji ber wê yekê em wekî Meclîsa Jinê ya Zimanê Kurdî dixwazin xwe di milê pratîkê de nîşan bidin. Hêza jinê ya di asta pêşengtiyê de em dixwazin kar û xebatên zimên pêk bînin. Tiştê herî girîng ew e ku her kar û xebata zimên divê bi perspektîfa jinê pêk were. Bi girîngiya vê rastiyê jî em dixwazin di her qada jiyanê de xwe bigihînin jinan. Em  dixwazin xwe bigihînin jinên ciwan ku bi enerjiya nûjeniyê teşeyê bidin zimanê xwe. Em dixwazin xwe bigihînin dayikên li deverên cuda dijîn ku em bi çanda kurdewariyê hêzê bidin ziman. Di heman demê de em dixwazin xwe bigihijînin zarokan ku em karibin girîngiya zimanê zikmakî têxin her mal û her dilekî. Meclîsa Jinê ya Zimanê Kurdî hêvî ye. "

Hîmê hebûnê  ziman e

Bêrîtan Orak wiha bal bir ser ziman û jinê:"Ew hîmê ku hebûna mirovan derdixe holê ziman e. Ango ziman hebûn e. Lê gava ku em li xwe mikur bên, li azadiya zimanê xwe binêrin em ê bibînin ku hem kurd hem jî kurdî tune hatin hesibandin. Netewe û zimanekî bifikirin ku hene, lê wekî ku qet tune ne di bin zilm û zordestiyê de hatin pelişandin, zimanê wan jî dixwestin ku tune bikin. Ango em dikarin bibêjin ku kurd û kurdî beriya her tiştî têkoşîna hebûnê dan. Di girtîgehan de ji ber ku kurdî qedexe bû nikaribûn girtiyên xwe bibînin. Bi çavan diaxivîn. Kurdî di her qada jiyanê de hatibû qedexekirin ku her cure têkiliya bi zimanê kurdî hatibû astengkirin. Ji ber ku kurdî diaxivîn gelek kes hatin kuştin. Ev pêvajoya ku zimanê kurdî tê de derbas bû eynî wekî bi hezeran sal in ku jin tê de derbas bûn tîne bîra min. Ji ber ku jin çawa ku di asta xwedawendî de hebûneke nîşan didan lê di nava dem û konaxên ku derbas bûn de êdî dev ji wekî zayend jî jê berdin, 'jin tune ne, jin ew mêrên ku têgihaştina xwe ya fîzîkî temam nekirine ne' dihat qebûlkirin. Bi jinan re her cure têkilî û ragihandin  hatibû qedexekirin. Ji ber jinbûna xwe hatibûn kuştin. Ango hebûna jinê jî ji aliyê desthilatdaran ve hatibû tunekirin. Em dibînin ku jin jî ziman jî di dîrokê de têkoşîna hebûnê dane. Jin jî ziman jî di rêya lêgerîna heqîqetê de bandoreke pir mezin li civakê kirine. Ji ber wê yekê ye ku azadiya jin û ziman 2 hîmên ku bi heva girêdayî ne. Jineke azad temsîliyeta xwe bi zimanê xwe dike. Ew ala azadiya zimên jî ancax jin dikarin di asta herî jor de bihejînin. Dîrok jî nîşanî me dide ku serboriya jin û ziman heman in. Ji ber wê yekê jî azadiya her du aliyan jî bi hev re giredayî ne û jêveneger in."

Ya ziman derxe asta jor jin e

Bêrîtan Orak da zanîn divê xwedîderketineke bi hev re ji bo ziman hebe û wiha dewam kir:"Me gava din jî têkiliya nava jin û ziman danî holê. Ya ku ziman derxe asta jor jin e. Keda jinê ye. Erê, têkoşîna ziman tiştekî wisa ye ku ji jin bigire ji mêr, ji zarokên heft salî bigire heta kal û pîrên me yên heftê salî divê bi hev re xwedî li zimanê xwe derkevin. Lê di nava wan de jin bi heqîqeta xwe teşeyekî din dide vê têkoşînê. Êşa zimên û êşa rastî û heqîqeta jinê yek in. Ev têkoşîn û berxwedana ku li ser pêşxistin û pêşvebirina zimên de xwe ava dike encax dikara di destê jinê de xwe geş bike. Ji ber wê yekê her jinên ku ji bo ziman serê xwe dieşînin, têdikoşin, rastiya xwe di azadiya zimên de dibînin ji bo me pir bi qîmet in. Ev rastî bi xwe re xwezanînê jî nîşan dide. Her jinên ku rastiya xwe li ser zimanê xwe ava kiribe, bêguman xwe ji nû ve afirandiye. Ev jî rola jinê ya li ser zimpn pir şênber derdixe pêş."

Bila zimanê kurdî bibe fermî 

Bêrîtan Orak bi lêv kir ku divê her netew bikaribe bi zimanê xwe xizmetê bibînin û wiha bi dawî kir:"Di dawiyê de jî dixwazim balê bikêşim ser pêvajo û perwerdehiya kurdî. Em pergalek wisa dixwazin ku her netew karibe bi zimanê xwe, di nexweşxaneyan de di dadgehan de, di meclîsa netewan de û di hemû platforman de xwe îfade bike, pirsgirêka xwe bîne ziman û di derbarê pirsgirêkên welatî de çareseriyan bigere û bibîne, ango bi zimanê xwe siyasetê bike. Em dizanin ku vana jî ji bo kurdan encax zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê pêkan in. Em wekî gelê kurd jî di vî mafê xwe yê bingehîn de bi israr in. Em di ciddiyet û girîngiya di vê pêvajoyê de ne. Ev pêvajo jî vî mafê demokratîk pêwist dike. Ji bo pêşerojê hêviya me ji hemû dem û serdeman zêdetir e. Bi bîr û baweriyeke mezin em ê rola xwe li ser aşitiya sedsalan de bilîzin û em ê nîşanî hemû cîhanê bidin ku bi perwerdeya kurdî welat perçe nabe, bi feraseta xwe zêdetirîn digihîjin hev."

parvê bike

   

Rojev

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.