'Ciwan bila li dijmin bixin'

În 3 Sibat 2023 - 00:21

Amed Malazgîrt di bernameya Taybet a Stêrk TV´ê de, derbarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a ji 14’ê Nîsana 2022’yan û vir ve dewam dikin, berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê û konsepta tecrîda giran a li Îmraliyê ku dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, nirxand.

Malazgîrt got, tevî şertên tecrîda giran û êşkenceyê ya li Îmraliyê jî, Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe, hêviya tawîzgirtinê ya dewleta Tirk pûç kiriye. Di dewamê de ew wiha peyivî: “Dewleta Tirk gelekî baş dizane ku PKK xeta xwe û wêrekiya xwe ji Rêbertiya xwe digire. Ji ber wê jî, hertim destpêkê Rêbertiya me di hedefê de ye. Wisa difikirin ku heger Rêbertiya me bixin bin tecrîda giran, ji civakê qut bikin, tevgera me wê bê perspektîf bimîne, wê di wateya leşkerî de êrişê tevgera me bikin û tesfiye bikin. Ev pîlana jiholêrakirinê demeke dirêj e ku heye û bi salan e ev êriş di çarçoveya vê pîlanê de dimeşe.” 

 

Li Zapê pîlanên wan xera bûn

Amed Malazgîrt got, ev 6 sal in Herêmên Parastina Medyayê hem ji hewayê hem di erdê re, bi şev û roj di bin êrişan de ne û da zanîn ku êrişên dagirkeriyê yên sala 2022’yan bi qasî tevahiya salên derbas bûyî tevde, dijwar bûne. 

Malazgîrt diyar kir ku artêşa Tirk bi salan e li hemberî gerîla bin dikeve û derbên giran dixwe. Li ser vê bingehê pîlana xwe ya sala 2022’an pêş xist û got; ‘’Wisa difikirîn wê di demeke kurt de encamê ji êrişên li Avaşîn, Zap û Metînayê werbigrin û li dijî destkeftên gelê Kurd êrişeke berfireh destpê bikin. Binêrin, çawa ku êrişan destpê kir êrişa li hemberî Rojavayê Kurdistanê xistin rojevê. Digotin, ‘dema me Zap çareser kir, hedefa me ya din Rojava ye.’ Lê di sala 2022’an de me rê neda dewleta Tirk û ev pîlan pûç kir.

 

Xitimîn û serî li çekên kîmyewî dan

Amed Malazgîrt di dewama nirxandina xwe de da zanîn ku ji ber çalakiyên serketî yên gerîla leşkerên dagirker ên artêşa Tirk bi rojan tî û birçî man û got; “Di dest me de dîmen hene ka leşker çawa bê tevger dimînin. Piştre Hulusî Akar hat herêmê û fermana bikaranîna çekên kîmyewî da. Ji bo ser bibinketina xwe bigirin, ast û berfirehiya êrişên xwe zêde kirin. Lê hevalan bi çalakiyên bi bandor û giran, bersiva dijmin da. 

 

Şerê li Zapê bi dijwarî didome

Malazgîrt bibîrxist ku dewleta Tirk tevî hevpeymanên navneteweyî ku wê jî îmze kiriye, li pêş çavê cîhanê li Zapê hercure çekên kîmyewî bikaranî, lê yên ji xwe re dibêjin demokrat im û hêzên din li dijî vê derneketin û got; ‘’Ji ber bêdengiyê dewleta Tirk cesaret girt. Lê bêguman wê dewleta Tirk hesabê vî sûcê dijmirovî ya li hemberî ciwanên Kurd pêk tîne bide. Li Zapê şer hîn jî bi dijwarî dewam dike. Artêşa Tirk ji gelek deverên ku ji gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê derbên giran xwarin, xwe vekişand. Cihê li Şehîd Kuncî ku lê şer koordîne dikirin, derbeke giran xwarin. Di nav de payebilind gelek kuştiyên xwe çêbûn. Lê hîn jî li hin deveran hêzên artêşa dagirker hene. Mînak li Mamreş a girêdayî Şêladizê hîn jî hene. 

 

Gerîla qehremaniyeke mezin kir

Amed Malazgîrt diyar kir ku di şer de ketine meha 10’an û got; ‘’Dewleta Tirk bi hemû derfetên di dest xwe de êrişê gerîla kir û ev şer birêve bir. Lê hevalên me bi fedakarî û wêrekiyeke mezin ev êriş vala derxistin. Divê em ji bîr nekin, me di vî şerî de berdêlên mezin dan û gelek hevrêyên bi qîmet şehîd bûn. Van hevalan di şertên gelekî giran de şer kirin. 

 

Li Çemco û Sîda şer dijwar e

Amed Malazgîrt derbarê rewşa dawî ya di şer de jî got; ‘’Vê gavê jî êriş dewam dikin. Ew îdîa dikin ku encam girtine, lê ne rast e. Êrişên dijmin dewam dikin, şer dewam dike. Ev jî nîşan dide ku tevgera li Zapê destpêkirine, serketî nîne. Li hin deveran heval û hêzên dijmin di nav hev de ne. Bi taybetî li Çemco û Sîda şerekî dijwar heye. Dijmin girekî bi navê ‘Çemcoya Reş’, 9 meh in bi hemû derfetên xwe êriş dike, lê heta niha jî nekariye vî girî bistîne. Gerîla heroj çalakiyan dike. Artêşa Tirk li hemberî girê Şehîd Adil çekên kîmyewî bi kar tîne. Rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku operasyon bi dawî bûye. Lê ev ne rast e. Em ketin saleke nû û hîn jî tevgera dagirkeriyê dewam dike.

 

Ciwan divê tevlî pêngavên şoreşgerî bibin

Amed Malazgîrt destnîşan kir ku wê di sala 2023’an de şer dijwartir bibe û wiha bang li gelê Kurd, ciwanên Kurd û dostên gelê Kurd kir: “Divê gelê Kurd û dostên xwe bizanin, îsal şer wê dijwartir bibe. Li ku derê dibe bila bibe, divê hêzên Kurd hemû derfetên di dest xwe de deynin holê û xwe bi rêxistin bikin. Her ciwanekî Kurd, xwedî tecrûbeya şer e. Yên dagirker in, zextê dikin û zilmê dikin, diyar in. Divê hedefên xwe diyar bikin û lêbidin. Bi taybetî divê ciwanên Kurd, tevlî pêngavên ‘Bazên Zagrosê’ û ‘Cenga Xabûrê’ bibin. Li her cihî ciwanên Kurd divê weke van pêngavan xwe bi rêxistin bikin û çalakiyên bi bandor bikin. Bendewariya me ji ciwanên Kurd ev e.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.