Zarokeke din ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin
Çarşem 12 Çile 2022 - 22:24

- Keçeke Êzîdî ya 11 salî li Sûriyê ji DAIŞ´ê hat rizgarkirin. Ev keça piçûk gava 3 salî bû, ji Şengalê hatibû revandin.
Keçeke Êzîdî ya 11 salî li Sûriyê ji DAIŞ´ê hat rizgarkirin. Ev keça piçûk gava 3 salî bû, ji Şengalê hatibû revandin. Çav li rê ye ku wê di demeke kurt de bigihînin malbata wê ya li Başûrê Kurdistanê. Nehat zanîn ka gelo keça piçûk ji deverên di kontrola QSD´ê de hatiye rizgarkirin, yan ji deverên din ên Sûrî. Hesabên rêxistinên Êzîdiyan wêneyekî ku rûyê keça piçûk li ser veşartiye, parve kir û zêde agahiyên din parve nekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN















