Zarok ji ber krîzê ziyanê dibînin
Pêncşem 15 Gulan 2025 - 00:37
Endama Fakulteya Perwerdeyê beşa Zanistên Derûnî ya zanîngeha Binxazî Fewziyê El-Hadî Selêm da zanîn ku divê çalakî û bernameyên reaksiyonê ji bo zarokên ku trawmayê jiyane pêk bînin û wan teşwîqî beşdarî komên xebatê yên xwebexş bikin.
Piştî Bahoza Daniyal a di sala 2023'yan de li bajarên peravên rojhilatê Lîbyayê xist, zêdetirî 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran jî koçber bûn. Zarok jî koma herî zêde ji vê bûyerê bêparastin mane û bandor bûne. Di krîz, karesetên xwezayî û şeran de zarok herî zêde bi tevliheviyên psîkolojîk û civakî re rûbirû dimînin.
Li bajarê Derna yê Lîbyayê ku bahoza tax, kolan û avahiyan ber bi deryayê ve bir, zarok di bin şert û mercên herî tirsnak de man. Li gorî nirxandinên UNICEF’ê li ser zarokên ku ji lehiyên ji ber Bahoza Daniyal bi bandor bûne, hat diyarkirin ku ji ber karesetê ji sedî 76 zarokan guherînên neyînî yên tevgerî jiyane û ji sedî 48 hewcedariya wan bi piştgiriya derûnî, psîkososyal û hestiyarî ya berdewam heye.
Zarok ji ber krîzê ziyanê dibînin
Endama Fakulteya Perwerdeyê beşa Zanistên Derûnî û Perwerdeyê ya Zanîngeha Binxazî û Seroka Yekîneya Jiyan û Piştgiriya Derûnî ya Navenda Hêviyê ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet Fewziyê El-Hadî Salêm da zanîn ku zarok herî zêde ji karesetan bi bandor dibin û got: "Ziyana ku zarok ji van karesatan dikşînin bandorê ji hêla psîkolojîk, civakî û aborî ve, li wan dike. Şer û pevçûnên li Lîbyayê di salên dawî de bandorek girîng a psîkolojîk û civakî li ser zarokên welat hiştiye."
Fewziyê El Hadî Selêm diyar kir ku divê çalakî û bernameyên reaksiyonê ji bo zarokên ku trawmayê jiyane pêk bînin û wan teşwîqî beşdarî komên xebatê yên xwebexş bikin û got ku civak di rehabîlîtasyona psîkolojîk a zarok û mezinan de piştî trawmayê de roleke girîng dilîze.
NÛJINHA/BINXAZÎ