Pirsgirêkên civakî bi karîkaturan şirove dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Adar 2024 - 09:07

ÎBTÎSAM AXFÎR / NÛJINHA / BÎNGAZÎ

Fatima Al-Warfallî ku di sala 2017’an de ji Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Çapemenî ya Bîngaziyê mezûn bû, di Ajansa Nûçeyan a Lîbyayê de wek karîkaturîst xebatên xwe dimeşîne. Fatima Al-Warfallî ji bo şopandina rastiyan û pêşkêşkirina mijarên civakê, bi hunera karîkaturê bi baldarî dixebite, ji bo di qada rojnamegeriyê de serkeftinên mezin bi dest bixe dîplomaya lîsansê ya têrker nedît û di teza lîsansa bilind de li ser mijara ‘Di rojnamegeriya dîjîtal ên Lîbyayê de semiyolojî ya gotina karîkatur’ hûr bû. Fatima Al-Warfallî, bi vê tezê re di heman demê de li Lîbyayê di lêkolînên çapemeniyê de tiştekî nû bi ser xist.

Fatima Al-Warfallî, têkildarî keşifkirina jêhatibûna xwe ya di hunera karîkaturiyê de wiha got: "Ez ji ciwaniya xwe ve eşqek mezin nîşanî derbirîner didim û bi derketina şoreşa 17’ê Sibatê re min zêdetir dest bi xêzkirinê kir. Min li fakulteyê bi rênîşandana hevalên xwe re bi profesorek karîkatur re hevdîtin kir. Ez li vir ketim rê û min lêkolînên li ser mijara hunera karîkaturistiyê kir.”

Ji nefret û heqaretê dûr disekinim

Fatima Al-Warfallî, diyar kir ku piştî di ajanseke çapemeniyê de xebitiye, bi profesyonelî dest bi xêzkirinê kiriye û got: “Pêşniyar hat kirin ku ji bo hinek nûçeyên ajansê karîkatur bê çêkirin lê ez nikaribûm demek dirêj berdewam bikim. Piştî ku ajansê dest bi weşana çapkirî kir, min pirsgirêkan bi karîkatur re wergerand. Ez ji gotinên nefretê û heqareta hinek mirovan dûr disekinim û di hunera xwe de mijarên jiyana civakî dinirxînim. Ez di ferqê de me ku weşana rojnameyê pênaseya min a karîkaturîstiya jinan hinek sînordar dike lê vê yekê wek gava ewil dibînim. Di pêvajoyên pêşiya me de, ez ê ji ber qelîteya reng û hûrgiliyan berê xwe bidim weşana dîjîtal."

Min kesî teqlîd nekir

Fatima Al-Warfallî, bal kişand ku hunera karîkaturiyê, hunereke mafên wê hatine xespkirin e û anî ziman ku gelek wênesazên jin ku navên wan winda bûne hene. Fatima Al-Warfallî, da zanîn ku jin pirsgirêkên civakî bi awayekî herî baş pêşkêş dikin û diyar kir ku bi gelemperî hebûna jinan a di vê qadê de baş tê pêşwazîkirin û teşwîqkirin. Her wiha da zanîn ku bi xêzkirina derbirînê dest bi karîkaturiyê kiriye û got: "Ez li ser vê yekê pir xebitîm û min karîkaturîstek diyar teqlîd nekir.”

Pêşangeha xwe ya ewil vedike

Fatima Al-Warfallî, der barê bi hunera xwe re tevlibûna pêşangehan an jî vekirina pêşangeha xwe de jî got: “Hê fikra pêşangehê derneketiye holê lê hat pêşniyarkirin ku ez hunera xwe di pêşangehê de parve bikim an jî pêşangehek li dar bixim. Ez ê bi piştgiriya ajansê ji xwe re pêşangehek vekim. Ez ê li Lîbyayê di yekemîn rojnameya di qada karîkaturiyê de derdikeve û di rojnameyên Lîbyayê de, di teza ewil a lîsansa bilind de ku semiyolojiya gotina karîkatur datîne holê de, cih bidim vê yekê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.