107 koçber hatin rizgarkirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 8 Gulan 2024 - 00:26

Departmana Lêpirsîna Cezaî ya Lîbya ya welatê Bakûrê Efrîqa (CID) di daxuyaniya xwe de ragihand ku 107 koçberên li herêmek ya başûr û rojhilatê welat hatibûn ragirtin û di nav de jin û zarok jî hene, hatine rizgarkirin. Berdevkê CID ya li Bîngazî Walîd Alorafî diyar kir ku koçber nêzî 7 mehan e hatine ragirtin, hinek koçber dixwazin derbasî Ewropa bibin. Walîd Alorafî da zanîn ku koçber ji welatê bin sehra û bi taybet ji Somalî hatine û got: “Şevê din me bi ser şkeftekê de girt û me koçberên derzagonî yên ku di nav de jin û zarok jî hene û li ser laşê wan şopên îşkence hene, her wiha pîrên ku li ser laşê wan şopên guleyan hene dît.” Walîd Alorafî got: “Hemû koçber, ji bo hinek prosedur werin temam kirin radestî saziyên koçberên derzagonî hatin kirin.” Walîd Alorafî derbarê rewşa tendirûstiya koçberan de da zanîn ku rewşa hinekan gelek xirab e. CID piştî serdegirtinê dîmen parve kir. Di dîmen de tê dîtin mala ku koçber lê dihat girtin ji aliyê hêzên CID ve hate hilweşandin. Hînek koçber jî ji aliyê xebatkarên alîkariyê ve birin ambulansan. El Kufrah nêzî 712 kîlometre dûrî Trablusê ye. Yek ji noqteyên koçberên ku dixwazin ji Lîbyayê derbasî Ewrûpayê bibin e. Li gor daneyên NY; ji nîvê sala 2023’an heta niha li welat ji 43 welatan 705 hezar û 369 koçber hene. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.