Jinên Lîbyayê rola xwe bi hêz dikin
Şemî 1 Sibat 2025 - 02:05
Jinên Lîbyayê bi armanca ku di saziyên hikumetê de zelaliya fînansî zêde bikin, çalakiyan li dar dixin. Di heman demê de hewl didin asta hişyariya malî û aborî di nava gel û hikumetê de zêde bikin, di têkoşîna li dijî gendeliyan de roleke girîng dilîzin.
Jinên Lîbyayê, balê dikşînin ser rola jinên ku di saziyên kontrolê yên weke Saziya Kontrola Îdarî û muhasebê de. Diyar kirin ku destekê didin hewldanên têkoşîna li dijî gendeliyan. Da zanîn ku ragihandina bi awayekî bi rêk û pêk a dahatê, bi awayek zelal û di kêmkirina gendeliyan di saziyên civakî de gavek girîng e.
Jin dikarin rolên girîng bilîzin
Seroka Rêxistina Meras a pêşketinê Basma El- Werfelî diyar kir ku roleke girîng a jinan di têkoşîna li dijî gendeliyan de heye, li gorî wê ev têkoşîn ji malê dest pê dike û got: “Jin zarokên xwe bi nirxên rast û exlaqî mezin dikin, ev jî sûdê dide di pêşerojê de di saziyên hikumet û civakê de bibin kesên li dijî gendeliyan. Nifşên ku li ser bingehên baş û exlaqî mezin bibin, wê di jiholêrakirina gendeliyan de bibin xwedî bandorek mezin. Lîderên jin û endamên parlamentoyê, li bazarên taybet û civakî ji bo pêşî li gendeliyan bigrin, di derxistina zagonên hişk de dikarin rolên girîng bigrin.”
Ji rêveberên projeyê Fedwa Muftah weke seroka nirxandina pêwîstiyan a Rêxistina Meras a Pêşketinê, hûrguliyên pêvajoyê wiha anî ziman: “Di çarçoveya vê projeyê de, li bajarên Bîngazî, Şehhat, Tobruk, Susa û Derna me rûniştinên civakî li darxist. Armanca me ew bû ku têkilya di navbera hemwelatî û şaredariyan de raste rast be û beşdariya civakê zêde bike bû.”
NÛJINHA/BÎNGAZÎ