Zanîngeha Rojava bi berxwedanê re ye
Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 22:24

- Her ku gefên Tirkiyê zêde dibin, metirsiya şaneyên DAIŞ`ê û belavkirina îdeolojiya wê ya tarî zêdetir dibe.
Xwendekar, mamoste û rêveberên Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê piştrast kirin ku ew ê ji bo şikandina êrişên li dijî herêmê bi şervanên xwe re bibin yek û heta dawiyê ewlekarî û rûmeta xwe biparêzin. Wan her wiha bang kir da ku meydana hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dewleta tirk bê qedexekirin.
Xwendekar, mamoste û rêveberiyên Zanîngeha Rojava got, "Her ku gefên Tirkiyê zêde dibin, metirsiya şaneyên DAIŞ`ê û belavkirina îdeolojiya wê ya tarî zêdetir dibe. Herêmên dagirkirî bûne stargehên serçeteyên DAIŞ`ê, her wisa bûne qada pevçûna di navbera komên çete de. Bûyerên êşkence, kuştin û koçberkirinê li dar in. Guhertina demografiyê bi awayekî sîstematîk li dijî welatiyên resen û ewlehiya herêmê tê kirin.
Bêdengiya civaka navdewletî, sazî û dezgehên ku di vî aliyî de xwedî rol in, bi Tirkan re dibin alîkar.
Lewre divê em li gorî hizira berxwedan û biratiya gelan tev bigerin û bi tevahiya hêza xwe li hember vî dijminê bêbext rawestin û nehêlin ku ew pîlanên xwe yên qirêj li ser herêmên me pêk bîne.
Em ê bi şervanên xwe re bibin yek û ji bo şikandina êrişên li dijî herêmên me, em ê li pişta hêzên xwe yên leşkerî bin.
Em ê heta dawiyê ewlekarî û rûmeta xwe biparêzin.”
ANHA/QAMIŞLO















