Zanîngeha Kobanê ji bo 32 xwendekarên mezûn bûne, şahiyek li dar xist. Di şahiyê de berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê jî hate silavkirin.
Şahî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner hate lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn beşdarî şahiyê bû. Mihemed Şahîn di şahiyê de got, "Em îro di kêliyên dîrokî re derbas dibin, divê saziyên me yên perwerdeyê û xwendekarên derçûyî baş bizanin ku wergirtina bawernameyê ne ku ji bo berjewendiyên xwe yên madî bixebitînin, lê belê divê xebata li ser avakirina civaka exlaqî xwedî nirx û prensîbên bilind bin."
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim jî got, "Derçûna xwendekarên zanîngehan li gel van rewşên zehmet ku herêm tê re derbas dibe, li dijî aliyên şerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk û aliyên şerê perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bersiva herî guncaw e."
Cîgira Hevserokatiya Zanîngeha Rojava, Şînda Dawûd jî got: "Em ê bi vê têkoşînê di dibistan û zanîngehên xwe de dewam bikin û siberojeke geş ji zarokên xwe re pêk bînin."
Di şahiya derçûnê de peyama fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser ekraneke mezin hate nîşandan. Ebdî xwendekarên derçûyî û kadroyên her sê zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û got: "Em bi vê derçûnê pirr kêfxweş in ku hûn ê xewna me pêk bînin û hûn encamên ked û israra xwe li ser xwendina di rewşên dijwar ên dirêjahiya 10 salên şer de wergirin. Hûn piştrast dikin ku fedakariyên mezin bi encamên erênî bi dest ketin. Em bawer dikin ku hûn ê bi roleke giring di siberojê de ji bo gelê me rabin."
Li dawiyê, hunermend Ehmed Dalî, Koma Vejîn û Koma Ararat konser dan.
ANHA/KOBANÊ