- Ji ber aloziya penaberên li ser sînorên wê asê mane, YE`yê cezayên li ser Belarûsê zêde kirin.
Ji ber aloziya penaberên li ser sînorên wê asê mane, YE`yê cezayên li ser Belarûsê zêde kirin. Nûnerên dewletên endamên YE`yê erê kirin ku 28 kesên din bixin lîsteya cezayên Ewrûpayê yên li ser Belarûsê hatine ferzkirin.
Piştî aloziya penaberan a li ser sînorên Belarûsê bi Lehistan û Lîtwanyayê re nûnerên dewletên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) erê kirin ku 28 kesên din bixin lîsteya cezayên li dijî Belarûsê.
Li gorî AFP’ê, YE`yê pergala serokê Belarûsê Alexander Lukashenko tohmetbar dike ku derbaskirina bi hezaran penaberên ji Rojhilata Navîn ber bi Lehistan û Lîtwaniyayê ve hêsan kiriye.
Beriya niha jî YE`yê li ser hin kesên Belarûsî ceza erê kiribûn.
Li aliyê din îro jî ji penaberên ji Başûrê Kurdistanê çûyî Belarûsê komeke ji 430 kesî hat vegerandin.
BRUKSEL