Koçer diçin zozanan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Gulan 2023 - 11:52

ZEYNEP DURGUT / ŞIRNEX / MA

Li navçeya Hezex a Şirnexê jinên koçer amadekariyên çûyîna zozanan dikin. Koçerên ku bi demsala zivistanê re ji cihên bilind dadikevin deşt û bajaran, bi hatina biharê û bi germbûna hewayê re dîsa berê xwe didin zozanên herî bilind. Jinên koçer ku mehek beriya germbûna hewayî dest bi xebatên xwe yên çûyîna zozanan dikin, pêdiviyên xwe yên herî sereke bi destên xwe çêdikin. Ji koçerên Taxa Turgut Ozal a Hezexê Fatma Geçgel (80) ji bo çûna zozanan çîx û Hatîce Tatli (85) jî têran çêdike ku li zozanan ji bo hilgirtina şîr û zarokan tên bi kar anîn.

Fatma Geçgel dibêje “Ev çandeke kevnar e. Em koçer in û çi tişt ji destê me dihat, me çêdikir. Çîx jî çandeke kevnar e û me bi destê xwe çêdikir. Em wê hem ji bo ku dora konan bigirin û hem jî ji bo ku havînê weke textê xewê bi kar bînin, çêdikin. Çêkirina wê gelek zehmet e. Me bi teşiyê dirêsa, me ba dida, me kevirên xwe yên mezin pêve girê didan û datanî. Heke kevir nebin, çênabe. Ev çîx li her derê nayê ditîn. Em vî çîxî ji Newala Hespîstê tînin. Ji kurê xwe re û zozanan re text çêdikim. Ev 4 roj in ez çêdikim. Ji çêkirina wê re gelek ked divê. Hejmara kesên ku çêdikin çiqas zêde be, ewqasî baş e. Ji ber ku zûtir xelas dibe. Lê niha ez tenê çêdikim. Nifşê niha nizanin çêkin.”
 

Divê em nîşanî zarokan bidin

Geçgel dixwaze ku ev çand bidome û dibêje, “Niha ev çand ber bi nemanê ve diçe û ti kes çênake. Niha tenê dayik çêdikin lê em jî êdî pîr bûne û nema dikarin çêkin. Naxwazim ku ev rêûresm winda bibe. Ji ber wê jî divê ku em dayik nîşanî zarokên xwe bidin. Ev kevneşopî divê bidome û winda nebe.” 
Dayê Hatîce Tatli ya ku têran çêdike jî anî ziman ku ji çêkirina têran re ked divê û da zanîn, heta niha wê bi dehan têr çêkirine: “Her sal bi germbûna hewayê re em berê xwe didin zozanan. Niha jî amadekariyên çûyinê dikin. Li zozanan pêdiviya me gelekî bi têran heye. Heta niha min bi dehan ji van têran çêkirine û ji bo ku bi kar bînin, ez ê hemûyan bi xwe re bibim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.