Koçber ji xizmeta Rêveberiyê razî ne
Sêşem 25 Çile 2022 - 22:24
- Koçberên ji taxa Xiwarên û Zihûr dibêjin ku saziyên Rêveberiya Xweser a ku ew pêşwazî kirine, alîkariyên pêwîst dane wan.
Koçberên ji taxa Xiwarên û Zihûr dibêjin ku saziyên Rêveberiya Xweser a ku ew pêşwazî kirine, alîkariyên pêwîst dane wan. Wan her wiha da zanîn ku çete hemû pêkhateyên li herêmê bê cudahî dikin hedef.
Meclîsa Kantona Hesekê bi rêya komîteyên têkildar zêdetirî 350 koçber hewandin û bi cih kirin. Saziyên Rêeveberiya Xweser ragihandin ku ew amade ne, malbatên din jî pêşwazî bikin.
Yek ji koçberan Nîhaya Salih a ji taxa Xiwêran e. Wê got: “Destpêkê em çûn hola Ehlam a li rex çerxerêya Îtfaiyê. Rewş li wir pirr zehmet bû. Saziyên Rêveberiya Xweser em pêşwazî kirin, pêdiviyên bingehîn mîna betanî, sînger û xwarin û vexwarin û heta sobe ji me re anîn.”
Ji koçberan Ebdulxefûr Ehmed ê ji taxa Xiwêran jî malavahiya saziyên Rêveberiya Xweser kir û got, "Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt da me; xwarin, vexwarin, sobe, batanî, sînger û cilûbergên zivistanê. Em hêvî dikin ku QSD`ê vê xeterê rake û em vegerin warên xwe."
ANHA/HESEKÊ