Bota penaberan noqî avê bû

Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:18

  • Li nêzî girava Folegrandros a Yewnanistanê keştiyeke penaberan noqî avê bû di deryaya Egeyê de û bi dehan penaber di behrê de winda bûn.

Li nêzî girava Folegrandros a Yewnanistanê keştiyeke penaberan noqî avê bû di deryaya Egeyê de û bi dehan penaber di behrê de winda bûn.

Li gorî daxuyaniya Ewlekariya Peravan a Yewnanistanê 12 kesên di keştiyê de hatine rizgarkirin û cenazeyê kesekî jî ji avê hatiye derxistin.

Li gorî hinek şahidan 32 û li gorî hinek şahidên din jî qederê 50 kesî di botê de hebûn. Xebatên dîtin û rizgarkirina koçberan ji aliyê hêzên hewayî û behrê yê Yewnanistanê ve didome.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) sala 2021’ê ji ser Tirkiyeyê nêzî 8 hezar û 500 kes gihiştine Yewnanistanê. Niha li Yewnanistanê qederê 96 hezar penaberan hene.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.