Reva ji PDK’ê jî Kurdan dikuje

Yekşem 26 Kanûn 2021 - 22:12

  • Reva ji ber gendeliya li Başûrê Kurdistanê û zilma PDK´ê, dike ku xelkê Kurdistanê berê xwe bide derveyî welat û bibe penaber. Herî dawî ji van Kurdan herî kêm 11 gava ku dixwestin xwe ji Tirkiyeyê bigihînin Ewrûpayê di deryaya Egeyê de xeniqîn.

Hê birînîn felaketa penaberên Kurd ên li ser sînorê di navbera Lehistan û Belarûsê de qufilîn teze, hîna nû cenazeyên 16 penaberên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê gihiştin Kurdistanê, 23´yê vê mehê boteke penaber ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê dikirin, piştî ku li nav zinarên giravekê ket, kir ku 16 penaber bikevin nav pêlên Deryaya Egeyê û tê de bixeniqin. Ji van penaberan jî herî kêm 11 ji Başûrê Kurdistanê ne. Li aliyê din pêr gava cenazeyên wan penaberên li Kanala Manşê vegerandin Hewlêrê, hikûmeta PDK´ê tenê destûr da saziyên ragihandinê yên hikûmetê bûyerê bişopînin.

Beriya bi çar rojan, 23´ê Kanûnê li deryaya Egeyê botek noqî avê bû û di encamê de 16 kes xeniqîn. Ji wan 16 kesan herî kêm 11 Kurd bûn.

Penaber 22´yê Kanûnê li Marmarîsa Muglayê hatine birêkirin û 105 yan jî 106 kes li boteke 12 metreyî dirêj hatine siwarkirin. 23´ê Kanûnê saet 2´yê berê sibehê, didin rê. Ji ber ku motorê botê piştî nîvrojê xira dibe, pêlên behrê wê dibe û li bin guhê zinarên giravekê dixe li bakurê Girava Antikythera. Hingê gelek penaber ji botê dikevin û dixeniqin. 11 ji wan jî ji Başûrê Kurdistanê ne. Bi giştî hejmara penaberên hatine rizgarkirin 90 e.

Rayedar niha 16 kesan mirî yan jî wenda dihesibînin.  

Dê keç û neviya wê xeniqîn

Ji penaberan, çend ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê bota ji gelek cihan derb xwarî û şikestî bi zinaran ve karîne girê bidin û penaberên mayî rizgar bikin. 

Penaberên ji Başûrê Kurdistanê yên di deryayê de xeniqîn, yan jî wenda ne û nasnameya wan hatiye diyarkirin ev in: 

Rêzan Ebdulrehman, 43 salî
Sumeyye Casim (xwendekara zanîngehê), 21 salî
Bîlal Casim (Xwendekarê sinifa 12´an a amadeyî), 18 salî
Azîme Osman (ji xelkê Kerkûkê ye) 66 salî, 
Aştî Cebraîl (Keça Azîme Osman e) 36 salî
Raz Karwan (neviya Azîme Osman e) 9 salî
Tirîfe Ibrahîm (ji Seyidsadiqê ye)
Lînda (keça Tirîfe Ibrahîm e)
Lawî (kurê Tirîfe  Ibrahîm e)
Cegir Ebûbekir (ji Sengeserê ye) 21 salî
Hana Resûl (hevjîna Cegir Ebûbekir e û ducanî bûye), 18 salî

PDK naxwaze kes behsa rastiyê bike

Pêr cenazeyên 16 penaberên ji Başûrê Kurdistanê yên ku di Kanala Manşê de xeniqîn, vegerandin bi rêya balefirê vegerandin Kurdistanê. Di bûyera 24´ê Mijdarê de di Kanala Manşê de di navbera Fransa û Ingilîstanê de boteke pfdayî noqî avê bûbû û 31 penaberan canê xwe ji dest dabû. Ji van tenê cenazeyên 27 hatin dîtin. 4 cenaze hîna jî nehatine dîtin. Ji penaberên canê xwe ji dest dayî 16 ji Başûrê Kurdistanê û yek jî ji Rojhilatê Kurdstanê bû. Pêr cenazeyên van 16 penaberên ji Başûr vegerandin Hewlêrê. Ji van cenazeyan 8 li Ranye, 4 li Derbendîxan, 2 li Soran, 1 li Silêmanî û 1 jî li Zaxoyê hatin veşartin. 

Ji bilî medyayên PDKê, hêzên PDK´ê destûr nedan saziyên ragihandinê li Balefirgeha Hewlêrê di dema vegerandina cenazeyan de amade bin. Li gorî çavdêr û rojnamevanên weke Şaswar Mame, sedema vê sansurê esas sansurkirina serpêhatiyên penaberan; yanî PDK naxwaze bê zanîn welatî ji ber zilma wê û gendeliyê direvin.  

Di nava hefteya bihurî de 3 botên penaberan li Derya Egeyê noqî avê bûn û hejmara penaberên xeniqîn jî ji 30 bihurî. 

Saziyan penaberek rizgar kir

Helbestvan û aktîvîstê ji Hewlêrê, Omed Ehmed ji ber gefên PDK´ê di ser Belarûsê re berê xwe dabû Ewrûpayê. Saziyên alîkariyê û yên mafê mirovan karîn wî li daristana ku lê tî û birçî mabû, rizgar bikin. Omed Ehmed ji medyayên Lehistanê re behsa rewşa xwe ya dijwar di daristanê de kiriye û gotiye ew hatibû ber mirinê. Wî weke sedema penaberiya xwe jî behsa “zilma hikûmeta Kurdistanê” kiriye. Omed Ehmed niha li kampeke girtî ye li Lehistanê û li benda biryara dadgehê ya ji bo doza wî ya penaberiyê ye. Li gorî daneyên serokê Weqfa Lutka ya ji bo Karûbarên Penaber û Jicihûwarbûyiyan, Arî Celal, di nava 7 salên bihurî de 633 hezar mirovan ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê hewl daye bi rêya şebekeyên qaçaxçiyan xwe bigihînin Ewrûpayê û ji van herî kêm 260 jî mirine.

Hevdîtina dawî ya destgirtiyan

Ew kesê li quncikê li ser qilavîska rûniştî destgirtiyê Baran Nûrî ye. Li ber cenazeyê Baran Nûrî ye. Baran Nûrî jî yek ji wan penaberan bû ku hewl dida xwe di ser Kanala Manşê re bigihîne Ingilîstanê, lê di rê de xeniqî. Cenazeyê wê û 15 penaberên pê re xeniqîn vegerandin Kurdistanê. Ev wêne jî KNN´yê weke hevdîtina dawî ya destgirtiyan belav kiriye.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.