YE naxwaze Ocalan biparêze

Duşem 10 Hezîran 2024 - 01:45

MUHAMMED KAYA / ANF / HAMBURG

Hefteya bihurî 99 kesayetên naskirî yên li Elmanyayê, ku nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên aştiyê û mafên mirovan, aktîvîst, akademîsyen, hiqûqnas û rojnamevan jî di nav de ne, ji Serokê CPT’ê Alan Mîttchell re nameyek nivîsandin. Di nameyê de bêdengiya CPT’yê hat rexnekirin. Di nameyê de ji bo CPT’yê de, Madeya 3’yan a Statuya Konseya Ewropayê hate bibîr xistin û hat xwestin ku li gorî vê madeyê tevbigere. Di nameyê de wiha hate gotin:“Birêz Ocalan 25 sal in ji mafên xwe yên mirovî bêpar hatiye hiştin, 3 sal in mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbatê re tê binpêkirin. Birêz Ocalan welatiyê dewleteke Konseya Ewropayê ye.” Yek ji îmzevanên nameyê û Profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Peach bersiv da pirsên ANF'ê. 

Norman Peach derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de ev nirxandin kirin:’’Bi dîtina min, ev çend sal in rewşa ku Abdullah Ocalan tê de dijî bi temamî nehiqûqî ye. Şert û mercên ku tê de tê ragirtin, li dijî rêgeza hiqûqê ya ku NY'yê diyar kiriye ye. Li gorî kategoriyên hiqûqa navneteweyî tecrîdeke bi vî rengî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Di vê mijarê de ti şik û guman nîne. CPT’yê beriya niha jî li wir lêkolînan kir û li dijî vê derket. Pirsgirêk ev e; Erdogan û hikûmetên Tirkiyeyê di gelek qadan de bi xemsarî nêz dibin, ango zor lê nayê kirin. Erdogan û bê guman Tirkiye ji ber sedemên cuda yên siyasî ji bo welatên Rojava gelekî girîng in. Newêrin zextê li Erdogan bikin.

Bandora Ocalan gelekî mezin e

Ev êşkenceya tecrîdê, tê wateya ku bandora siyasî ya Birêz Abdullah Ocalan a li ser civaka Kurd hêj gelekî mezin e. Ji vê ditirsin, dixwazin vê bandorê ji holê rakin. Di vê rewşê de YE’yê nikare Ocalan û bi rastî jî hiqûqa navneteweyî biparêze û naxwaze biparêze. Saziyekî din ê bi navê Komîteya Jêrîn a Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Subcommittee on Prevention of Torture-SPT) heye. Ev rêxistineke Neteweyên Yekbûyî ye, ew enstîtuyeke ciwantir e û her wiha ji bo ku êşkence pêk neyê, peywirdar e ku di serî de pêşî li êşkenceyê bigire. Ev komîte jêrîn hê ne çalak e. Ez pêşniyar dikim ku li dijî vê pêkanîna incommunicado ku eşkere ye li dijî hiqûqa navneteweyî ye, ne tenê di asta Ewropayê de, her wiha di asta NY'yê de jî hewldan çêbibe.

Welatên Rojava çavên xwe digrin

Peach li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk jî wiha got:’’Teqez li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Pirsgirêk ev e; cihana welatên rojava, Elmanya jî di nav de endamên NATO'yê çavê xwe ji vê yekê re digirin. Bombebarankirina Kobanê jî di heman demê de li dijî hiqûqa navneteweyî bû. Niha jî bikaranîna çekên kîmyewî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku ev mijar demeke dirêje di rojevê de ye, di heman demê de binpêkirineke giran a serweriya xaka Iraqê ye. Ez dizanim ku piştrastkirina vê bi hûrgilî zehmet e, lê divê NY’ê û rêxistinên ku dikarin vê lêkolîn bikin jî bişêwirin da ku destûr ji bo vê piştrastkirinê were standin. Îdîayên ku ez pêbawer im û ez jî dizanim hene û li wir çekên kîmyewî hatine bikaranîn û heta ji min re wisa tê ku di demên dawî de di aliyê Qamîşlo de jî bi kar tînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.