Xwendina zanistî raman geş dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:41

  • Mamosteyê zanîngehê yê Beşa Fîzîkê Dr Husên Rebî da zanîn ku zanist ew beşê ramanê ye ku berhemdar e û civaka zanistî ji civata nezanistî cuda dike û got; “Zanist di dema karesatan de serî li ramanê dide. Bi dîtina min xwendina zanistî ji bo geşedana raman û rênîşandana takekes pir girîng e.”

Dr. Husên Rebî pisporê fîzîka teorîk û xwediyê diplomaya doktorayê ku zêdetirî bîst sal in li Zanîngeha Silêmaniyê mamostayê Beşa Fîzîkê ye. Di heman demê de di warê giştîkirina zanistê de bi karê wergerê ve mijûle û zêdetirî çil pirtûkên zanistî ji Îngilîzî wergerandine zimanê Kurdî (zaravayê Soranî). Dr. Husên Rebî behsa girîngiya zanistê kir.

Dr. Husên Rabî got: “Civaka zanistî bi wê yekê ji civaka nezanistî cuda dibe ku ji bo dîtina bersiva pirsên xwe serî li aqil dide. Li aqilê xwe jî serî li hişekî bi ezmûn dide, ku difikire, diceribîne û ceribandiye ku bersiva pirsên xwe bibîne. Testkirin û encamên rêbaza zanistî dibe ku hûn negihijin encamek bêkêmasî. Lê berhevkirina ezmûnê dê pêşî li dubarekirina şaşitiyên berê bigire û bibe sedema encamên çêtir.”

Ferqa zanistê çiye?

Di dewamê de Dr. Husên da zanîn ku civaka zanistî bersivên navendên zanistî û akademiyên ji bo pirsan wek bersivên temam qebûl dike û bi wê rêyê hewl dide ku çareseriyan bibîne ev jî berevajî civakên xurafe, ku ji bo rehetkirina wijdana xwe serî li efsane û xurafeyan didin û ji lêgerîna bersiva pirsên xwe dûr dikevin. Ji bo hîn zêdetir zelalkirina vê yekê nimûneyeke wiha dide; “Kesekî zanistî dema ku serê wî diêşe îhtîmala sermayê dide. Ji bo dermankirina vê sermayê, ew xwe germ dike û dibe ku dermanek vexwe. Heger baş nebe, ewê bi pisporekî re bişêwire ku sedemê bizane, ev jî rêbazek zanistî ye. Lê yekî nezanistî ku ji civateke xurafe ye, dibe ku bifikire ku yekî ji wî re dua kiriye. An jî ew encama karekî xirab bû ku bû sedema vê pirsgirêkê. Ev ji bo pirsgirêkek hêsan a mîna serêşê. Lê eger em li bersivên pirsên bingehîn yên wekî eslê gerdûnê û eslê jiyanê bigerin, çi dibe?”

Lêgerîna sadekirina zanistê

Dr. Husên tekezî li wê yekê dike ku “Bersiva zanistê, bêgûman, her gav bi ezmûn, vedîtin û ceribandin û pêşkeftinê tê û got; “Lê berteka xurafetî, an jî hişê ampîrîk, bi awayekî wan di cihê xwe de pîne dike û nahêle ku pêşde biçin. Yek ji qadên ku Galileo pêşî lê xebitî û niha Richard Dawkins û zanyarên din li ser giştîkirina zanistê dixebitin. Yanî zanistê ji akademiyê derxîne û zimanê wê yê sembolîk û girêk biguherîne û bike zimanekî sade. Ji ber ku mirovên asayî dikarin van mijaran bi mirovan re fêm bikin û nîqaş bikin, vê yekê gengaz dike. Ew di têgihiştina wan ya qonaxa pêş-gotûbêjê de ji hev cuda dibe û pêşve diçe.” Di dewamê de wiha got; “Berhemên min ji bilî ku ji bo hînbûna teknîkên zanistî ne, piraniya wan li ser pirsa “koka jiyanê û bersiva pirsa çima em li vir in?’e ye. Ji bo vê mijarê jî min çar pirtûk wergerandin û nivîskiya xwenasînê yên ku gav bi gav bersiva vê pirsê didine. Ew jî pirtûkên ‘Esman û Xêzkirin’, ‘Dîzayna Mezin’, ‘Jiyana li Ser Peravan’ û ‘Genên Xweperest’in.”

Bi zanistî behsa eslê gerdûnê dike

Dr. Husên her wiha da zanîn ku wî pirtûka xwe ya ‘Ezman û Xêzkirin’ nivîsî da ku alîkariya mirovan bike ku têgehên fîzîkî fam bikin û got; “Ev pirtûk ji we re dibe alîkar ku hûn pirtûka Dîzayna Mezin fam bikin, ya ku bi zanistî behsa eslê gerdûnê û dîroka zanistê dike û têgihiştina we çêtir dike. Pirtûka ‘Jiyana li Ser Peravan’ jî dikare metoda çêbûna jiyanê rave bike.” Dr. Husên pirtûka Richard Dawkins ya bi navê ‘Gena Xweperestiyê’ weke yek ji girîngtirîn pirtûkên di warê giştîkirina zanistê de binav kir û dibêje “Ev pirtûk çavkaniya reftarên mirovan û dîroka biyolojîkî ya mirovan bi awayek herî baş rave dike.”

Qonaxên xwendina zanistî hene

Di dawiyê de li ser girîngiya xwendina pirtûkan di nava ciwanan de, bi taybetî girîngiya xwendina pirtûkên zanistî Mamostayê Zanîngehê yê Beşa Fîzîkê Dr. Husên Rabî got: “Qonaxên xwendinê hene. Qonaxa destpêkê xwendina nûçeyan û komkirina agahiyane. Lê kesê ku bala xwe dide perwerdehiyê, dixwaze di mijaran de kûr bibe, dikare bi vê xwendinê xwe bi pêş ve bibe û li ber çavên xwe bike çavkaniya ronahiyê, da ku bi awayekî di vê dinyayê de pêş bikeve. Bi dîtina min xwendina zanistî ji bo geşedana raman û rêberiya ferd pir girînge.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.