Li Silêmanî pêşangeha jinên Sineyî

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Adar 2024 - 00:12

Li Silêmaniyê heşt jinên şêwekar ên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi pêşangehekê tabloyên xwe nîşan dan.

Li avahiya Emnesoreke ya Silêmaniyê ji aliyê gruba Heft Reng ve pêşangehek şêwekarî ji bo koma Kotrî Xeyal a jinên şêwekar ya Sine hat organîzekirin.

Di derbarê vekirina pêşangehê de organîzatorê pêşangehê Bextiyar Seîd axivî û got: “Kotrî Xeyal navê komek hunerî ya bajarê Sine ye. Atolyek wan heye ku têde ciwanan fêrî karên cûda yên hunerî dike. Koma Kotrî Xeyal bi berdewam li Rojhilatê Kurdistan û bajarên din yên Îranê pêşangehan vedikin.”

Bextiyar Seîd diyar kir ku cara duyeme koma Kotrî Xeyal li Silêmaniyaê pêşangeh vedike û di pêşangehê de gelek tabloyên cûda têne nîşandan. Yek ji endamên Koma Kotrî Xeyal Sergul Dawidî li ser vekirina pêşangehê got: “Em ji bajarê Sine hatine, hejmara me 8 jin in û bi çend tabloyan tevlî pêşangehê bûme.”

Şêwekara bi navê Sureya Lutfî jî diyarkir ew bi 14 tabloyan tevlî pêşangehê bûye û got ew çalakiyên bi vî rengî giring dibînin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.