Festîvala Perî li Parka Şar a Qeladizê bi dirûşmeya ‘Dilopên xwîna şehîdên karesat û Raperînê bûne îlhama me ya nûjeniya paşerojê’ di salvegera bombebarana Qeladizê de bi beşdariya zêdetirî 50 jinên destrengîn pêk hat. Festîval ji aliyê Mala Çandê ya Qeladizê û Weqfa Kerîmî Eleke ve hat organîzekirin. Di festîvalê de 50 jin bi karên destan, xwarinên Kurdî, tabloyên wêneyan, cilûberg û gelek berhemên din beşdarî festîvalê bûn.
Li gor agahiyan, di du rojên festîvalê de, rêjeya firotina berhemên zêdetirî 50 jinan 10 milyon dînar bûn, herwiha di du rojan de nêzîkî 5 hezar kes beşdariya festîvalê kirine.
Herwiha hate eşkerekirin ku di festîvalê de zêdetir xwestek li ser karên dest ên jinan û piştre jî li ser xwarin, şirîniyan hebû. Herwiha biryare Festîvala Perî bê berfireh û mezin kirin û ji sînorê herêma Raperîn derkeve, li bajar û navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê jî bê lidarxistin.
ROJNEWS/QELADIZÊ