Aliyên ne ciwan ên civakê jî nîşan dide

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:26

Jina şêwekar ya bi navê Sazvan Ceza hewl dide bi hunera xwe hemû ruyên jiyanê nîşan bide û bi xwe jî dibêje; “Ez dixwazim di tabloyên xwe de ji bilî ciwanî, aliyên ne ciwan yên civakê jî nîşan bidim.”

Jina şêwekar ya bi navê Sazvan Ceza xwendevana beşa girafîk ya beşa hunere ciwanek ya li zanîngeha Silêmaniyê ye, di temenê xwe yê biçûk de dest bi karê wênekêş û hunerê kiriye. Sazvan Ceza dibêje huner ji bo wê gelek girînge, ji dema zarokatî ve daxwaza wê li ser vî karî heye.

Sazvan Ceza derbarê heskirina xwe ya ji hunerê re axivî.  Sazvan da zanîn ku wê her tim ji hunerê heskiriye û wiha behsa xwe dike; “Destpêkê dayika min nedixwest ez hunerê hilbijêrim, lê mamê min piştgiriyek mezin da min da ku bikarim bikevim nav dinyaya hunerê, piştre jî min beşa huner hilbijart.”

Tablo û berhemên Sazvan, ji cîhana rastîne, ji ber ku hemû tabloyên xwe bi xeyal û jiyana rastî çêdike. Sazvan dibêje; “Di encam de em hemû rûyek ciwan derdixîn pêş û her tim dixwazin tiştên ciwan yên civakê nîşan bidin, lê hertim min digot divê rûyê ne ciwan yê civakê jî derbixim. Herwiha min xwest di warê ciwanî û derûniyê de jî piraniya rengan bikarbînim, ji ber ku her rengek aliyek xwe yê ciwan, derûnî, baş û xirab heye.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.