Li Dêrazorê geşedana tenduristiyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:25

Komîteyên Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê ji bo xurtkirina tecrubeyên kadroyên tenduristiyê û hemşîreyan dewreyeke perwerdeyê ji 100 xebatkarên Nexweşxaneya Giştî ya El Kesra re vekir. Di dewreyê de bijîşkên pispor waneyan didin. Dewre li hola Nexweşxaneya Giştî ya El Kesrayê hate vekirin, wê mehekê dewam bike. Endamê rêveberiya nexweşxaneyê Casim El Riyaş têkildarî mijarê wiha axivî:"Em dixwazin pirsporî û tecrubeyên kadroyên tenduristiyê û hemşîreyan li nexweşxaneyê xurt bikin. Zêdetirî 100 kadroyên nexweşxaneyê tevlî dewreyê bûne. Mijarên kardiyopolmenerî ji bo kesên temenmezin û zarokan, tedbîrên desteka pêşîn, mijarên din ên girîng ji bo pêşxistina tecrubeyên kadroyên tenduristiyê di rewşên awarte de, mijarên waneyan in." Li gorî El Riyaş di hefteyê de 3 semîner wê werin dayîn, dawiya perwerdeyê jî wê bawernameyan ji Komîteya Tenduristiyê wergirin. Her wiha ji vekirina dewreyên wiha jî armanc dikin ku Nexweşxaneya El Kesra veguhere saziyeke akademîk û zanistî. Hemîşreya bi navê Hîba El Hisên a ku tev li dewreyê bûye, diyar kir ku dewre wê tecrube û pirsporiya wan bi pêş bixe.

ANHA/DÊRAZOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.