Bi sedan donim zevî binav bûn

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 26 Nîsan 2024 - 00:14

Bendava Derbendîxan, bendava duyem ya herî mezin a Herêma Kurdistanê ku dikare 3 milyar metrekup av di nava xwe de hilgire. Niha ji ber baranên zêde, metreyek kêmtir maye ku ava bendavê bi ser de birije. Ji ber vê jî bi sedan donim zevî di bin avê de mane û zirarên mezin lê bûne. Xelkê gundê Kişederî yê li bajarokê Xurmal ku cotkariyê dike Mihemed Elî li ser mijarê got:“Nêzîkî 30 ton tovê genim tenê li gundê me hatiye çandin ku dike 700 donim zevî, lê di bin avê de mane.”

Cotkarê parêzgeha Helebceyê Hisên Hacî jî got:“Her ku ava bendavê di ser de dirije, li vir zevî û genimê cotyaran pûç dibe. Ziyan ew qas mezin e ku nayê texmînkirin.”

Cotkaran daxwaz ji hikûmeta Iraq û Herêmê kirin ku tezmînata zirarên wan bidin. Ji bo wergirtina agahiyên berfireh nûçegîhanên Rojnewsê hewl dan, lê Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Helebceyê ne amade bû derbarê mijarê de bersivê bide.

ROJEWNS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.