Zerdeştiyan li Silêmanî Newroz pîroz kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:13

Li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya bawermendên Ola Zerdeşt û gelek kesayet û pêkhateyên ji baweriyên cuda bi ahengekê Cejan Eşû Zerdeşt ji aliyê Zerdeştiyan ve hate pîrozkirin.

Li Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê cejna ji dayikbûna Aşû Zerdeşt hat pîrozkirin. Di destpêka merasîma pîrozkirina cejnê de agir hat pêxistin û marşa taybet ya bawermendiyên Zerdeştî hate pîrozkirin.

Piştre ji bo Cejna Aşû Zerdeşt, kurte pêşkêşiyek li ser dîrok û jiyana Aşû Zerdeşt û Gatayên Zerdeşt ji aliyê Asrewan Qadirok ve ji beşdaran re hat pêşkêşkirin. Têde bal kişand ser destpêka avabûna Ola Zerdeştî û bilindbûna Zerdeştîtiyê.

Nûnerê Zerdeştiyan li Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistana Iraqê Awat Hisameddîn têkildarî Cejna Aşû Zerdeşt axivî û got; “Li Silêmaniyê bi hev re jiyana olî di asteke baş de ye, berevajî bajarên din, bi hev re jiyana olî tenê bi xuyangê tê behskirin.”

Awat Hesemedîn her wiha bang li partiyên Kurdistanî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku yekrêz bin, bi hev re ji bo yekrêziya Kurdan kar bikin û got: “Eger hûn difikirin ku Kurdistan yek parçe ye, divê hûn her çar parçeyên Kurdistanê wek mala xwe bibînin.”

Di dewama pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser Gatayên Zerdeştiyê ji beşdarvanan re hat pêşkêşkirin ku têde behsa dirûşmeyên Ola Zerdeştî hate kirin.

Her wiha di dawiya merasîmê de bi dayîna şîrîniyan ji beşdarvanan re, bi gerandina govendê, pêxistina agir û gotina stranan Cejna Aşû Zerdeşt hate pîrozkirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.