Xwendevan pêşeng in

Çarşem 26 Cotmeh 2022 - 01:50

Her ku diçe xwepêşandanên bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe. Xwendevan di dema dawî de pêşengiyeke xurt ji çalakiyan re dikin û tevlî xwepêşandanan dibin.

Xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ya dewleta Îranê ve bi hinceta pora wê derve ye hat destgîrkirin û bi êşkenceyê hate qetilkirin û şûnde destpê kir, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re veguherî serhildana xelkê herêmê. Di vê çarçoveyê de ji wê rojê heta niha mehek derbas kir; ji her reng û pêkhateyê cihê xwe di çalakiyan de digire û daxwaza azadiyê dikin.

Li bajarê Şîrazê doxtoran jî piştevaniya xwe ya ji bo xwepêşandanê ragihandin.

Xwendevanên Kurd ên li Zanîngehên Hacî Nasir, Îslamşehr, Azadî, Dêzfûl û Şahreh ên li Tehranê bi dirûşmeyan daketin kolanan.

Xwendevanên Zanîngeha Azadî ya li Hemedanê jî cihê xwe di xwepêşandanan de girtin.

Li bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê xwendevanên keç bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ xwepêşandan kirin.

Pêr bi şev bi taybet li bajarên Tahran, Bender Ebas û Zahîdan bi awayên cûda çalakî hatin lidarxistin.

Li Merîwan û Dîwandereyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî gelek dibistan tevlî grevê bûn, xwendevan ji bo piştevaniya çalakiyan bikin neçûn dibistanê.

Li aliyê din xwendevanên amadeyî li Belûcistanê jî dewleta Îranê protesto kirin, dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin.

Di saetên şevê de welatî li Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan û helwesta xwe ya li dijî rejîmê anî ziman. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.